Mala Jinan a li Hecînê duyemîn dewreya tenduristî vekir

Mala Jinan a li bajaroka Hecînê dewreyeke perwerdê ya tenduristiyê ji bo fêrkirina destwerdanên destpêkê, dan û standinên wan bi qezeyên mirovî re, vekir.

Mala Jinan a li Hecînê duyemîn dewreya tenduristî vekir
14 hezîran, 2020   09:18
DÊRAZOR

Piştî qutbûna du mehan ji perwerdê ji ber Koronavîrus careke din Mala Jinan a li bajaroka Hecînê dest bi çalakiyên xwe kir, 10‘ê Hazîranê perwedeyeke tenduristî vekir û 22 jinên bajarokê tevlî bûn.

Armanca perwerdeyê bilindkirina asta zanebûna tenduristî ya kesên beşdarî perwerdê bûne û fêrkirina destwerdanên destpêkê. 

Perwerde saet di 8‘ê sibê de dest pê dike û di 12’yê nîvro bi dawî dibe.

Di hema mijarê de, endama rêveber a Mala Jinan Fatme Salêm got: "Perwerde ji bo piştgiriya jinan, bi taybet jî piştî bi dawîbûna reşdemiya DAIŞ‘ê ye, her tim jî em ê hewal bidin ku jin ji nû ve cihê xwe di hemû erkên civakê de bigirin."

Yek ji perwerdevanan bi navê Hûde Elî got ku tevî belavbûna Koronavîrûsê ew careke din perwerdeya xwe destpê dikin, nexasim bi girtina hemû tedbîrên li dijî Koronavîrûsê .

Hûde Elî domand ku armanca wan ji tevlîbûnê ew e ku civaka xwe bi pêş bixin û hişmendiya tenduristiyê belav bikin.

Perwerdeya ku mala jinan li bajaroka Hecînê vekiriye ya duyemîn e,  ji ber di heman salê de jî perwedeyeke din a tenduristiyê  vekir .

ANHA