Di êrişa DAIŞ’ê li Nigeriyayê de, kuştî û birîndar hene

Di encama êrişa DAIŞ’ê li wîlayeta Borno ya li bakurê rojhilatê Nigeriyayê de 20 leşkeran jiyana xwe ji dest da û 40 sivîl birîndar bûn.

Di êrişa DAIŞ’ê li Nigeriyayê de, kuştî û birîndar hene
14 hezîran, 2020   08:22
 NAVENDA NÛÇYAN

Li gorî Reutersê,  li herêmên Munjuno û Nganzai yên wîlayeta Borno du êrişên DAIŞ’ê pêk hatin, her wiha beriya çend rojan di êrişeke DAIŞ’ê li gundê Gubbio yê heman wîlayetê de 69 kes hatin qetilkirin.  

Karmend û 3 sivîlan anî ziman ku li gel tundrawan çekên giran hene, bi wan çekan di saet 11:00’an sibehê de êrişî hêzên hikumetê yên li Munjuno kirin, di encamê de 20 leşkeran jiyana xwe ji dest da.

Du kes ji şêniyan û yek ji hêzên erka sivîlan ya hevbeş got ku tundrawan di heman demê de ji roja şemiyê derbasî Nejanzaî,  her wiha çavdêran da zanîn ku tundraw bi motorsiklêt û erebeyan derbasî herêmê bûn û êriş kir, di encamê de zêdetirî 40 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

DAIŞ’ê ragihand ku li rojavayê Afrîkayê du êriş pêk anîne.