​​​​​​​Li Sûriyê 7 rewşên nû yên Koronavîrusê hatin tomarkirin

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê îro 7 rewşên din ên Koronavîrusê ragihandin.

​​​​​​​Li Sûriyê 7 rewşên nû yên Koronavîrusê hatin tomarkirin
14 hezîran, 2020   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa SANA ji Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku li bajarokê Rais Mera yê gundewarên Şamê 7 kesên din bi Koronavîrusê ketine, hejmara haletên li Sûriyê gihaşt 177 kesan, ji wan 74 kes baş bûn.

Li bajarokê Rais Mera piştî ku 16 haletên Koronavîrusê lê hatin tomarkirin, ji serê mehê ve hikumetê ew xiste karantînayê. Her wiha ji ber ajokarek li ser xeta Sûriyê-Urdunê kar dikir û nexweş bûbû, Koronavîrus li bajarokê Rais Mera berbelav bû.

(eh)