Lubnan: Li Terablusê 72 kes birîndar bûn

Duh şerekî dijwar di navbera artêşa Lubnanê û xwepêşandêran de li ser xirabûna rewşa aborî li herêma Tebena ya Terablusê rû da û di encamê de tevlihevî çêbû û hin kes birîndar bûn, lê piştî sekinandine şer hinek aramî vegeriya herêmê. 

Lubnan: Li Terablusê 72 kes birîndar bûn
14 hezîran, 2020   07:30
BEYRÛT

Tîma awarte û alîkariyê ragihand ku di encama şerê di navbera artêşa Lubnanê û xwepêşandêran de li Mehelet Tebane û derdora Terbalusê 72 welatî birîndar bûn, jê 16 leşker in û 13 rakirin nexweşxaneyên herêmê.

Li kolanên Sûriyê jî şerekî dijwar rû da, tê de hin ciwanan kevir û molotof avêtin endamên artêşê û artêşê jî gaza rondikrêj û guleyên plastîk avêtin wan da ku xwepêşandanan ji hev bibe.

Artêşa Lubnanê amadekariyên li hundirî Teneba û derdora wê xurt kirin û guleyên plastîk ber bi xwepêşanderan ve avêtin da ku wan ji hev dûr bixe.