Beriya civîna Rûsya-Tirkiyê, Rûsyayê Idlib bombebaran kir

Balafirên Rûsyayê beriya civîna ku îro dê di navbera Rûsya û Tirkiyê de were lidarxistin, herêma Cebel El-Zawiyê ya gundewarên başûrê Idlibê bombebaran kir.

Beriya civîna Rûsya-Tirkiyê, Rûsyayê Idlib bombebaran kir
14 hezîran, 2020   07:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) got balafirên Rûsyayê îro di saetên sibê de 4 caran derdora Bara, daristana Kefer Nibul ên herêma Cebel El-Zawiyê ya gundewarên başûrê Idlibê bombebaran kirin.

Her wiha hêzên hikumetê yên li gundê Qestûn ê gundewarên Hemayê û Lec ên gundewarên Idlibê topbaran kirin. Hêzên hikumetê bi topan êrişî herêma Seraqib a rojhilatê parêzgeha Idlibê kir.

Toreya Bloomberg duh ragihandibû ku wezîrê parastinê û wezîrê karên derve yên Rûsyayê îro dê serdana Enqereyê bikin da ku li ser nakokiyên li Sûrie û Lîbyayê nîqaşan bikin.

(bx)