Bi dîmen çemê Firatê...Duh û îro

Di dîmen û wêneyên ku ji derbasbûna ava Çema Firatê ya li xaka Sûriyê ya li nêzî bajarê Cerablusê ya dagirkirî de diyar dibe ku rûbereke mezin ji keviyên çemê bi hevrûkirina par re ziwa bûye.

Bi dîmen çemê Firatê...Duh û îro
13 hezîran, 2020   08:25
KOBANÊ

Di 1987’an Enqere û Şamê li ser rêjeya ji sedî 60 ku ava Çema Firatê biherike nava Sûriyê, li hev kiribûn. Lê ji dêvla ku 500 m3 av di çirkeyekê de biherike, ji  meha Gulan û Hezîranê ve tenê 200 m3 av di çirkeyekê de berdide.

Di Gulana par de rêjeya avê pir bilind bû, her wiha zeviyên çandiniyê li deşta Boraz a rojavayê kantona Kobanê noqî avê bûn, her wiha dewleta Tirk a dagirker di wê demê de bi rêjeya hezar metre kap di çirkeyê de diherikand. Bi wê re jî ziyanên mezin li zeviyên çandiniyê çêbûn.

Şêniyên gundên li ser keviyên Çema Firatê ya Bakurê Sûriyê li hember astengiyên debarê yên mezin in. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker bi rêjeya avê di mewsimên bihar û havînê de dilîze.

Ji lew re Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di demeke berê de ji NY’yê, hikumetên Sûriyê û Iraqê xwestibû ku fişarê li dewleta Tirkiyê bikin, ji ber Tirkiyê mîsaq û qanûnên navneteweyî yên dan û standinên bi ava herêmê re bin pê dike.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/X7Whj4-XMVs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>