Ji Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweser biryarên girîng

Ibtîsam Ebdulqadir got: "Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civîna xwe ya asayî de gelek biryarên girîng girêdayî rewşa jinê li herêmê girtine. Di nav de avakirina malên parastina jinan, piştgiriya malên sêwiyan û rêgirtina li pêşiya diyardeya xwekuştinê."

Ji Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweser biryarên girîng
13 hezîran, 2020   01:48
MINBIC –SELWA EBDULREHMAN

Berdevka fermî ya Meclisa Jin a Minbic û gundewarê wê Ibtîsam Ebdulqadir girêdayî birayên ku Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtin ji ANHA`yê re axivî û got:" Gelek biryarên girîng hatin girtin, jê avakirina malên parastina jin, ji bo ku jinê ji her rewşek awarte biparêzin."

Ibtîsam diyar kir ku ji biryarên hatine girtin; bi koordîneya desteya perwerdeyê, desteyên jinan, şaredariyan û akademiyan dê akademiyek pîşeyî taybet bi jinê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê were vekirin. 

Ibtîsam destnîşan kir ku biryara avakirina mala sêwiyan li Minbicê li gorî pergala malên sêwiyan ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê nîqaşkirin û hîna biryar girêdayî wê nehatiye girtin. Her wiha got, desteyên jin dê desteka pêwîst ji malên sêwiyan re li herêmên din pêşkêş bike.

Di dawiyê de Ibtîsam got:"Ev biryar hatin girtin û dê di çend rojên pêşiya me de pêk werin. Deste û meclisên jinan dê bi hev re hevkar bin, biryaran pêk bînin û desteka pêwîst ji jinê re pêşkêş bikin, ji bo ku bigihêjin asta tê xwestin û jin bibe xwedî vîn û biryar."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/eukGALsFog8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>