Nimuneya xebata kolektîf: Şaredariya Ratlayê

Şaredariya Gel a bajarokê Ratlayê girîngtirîn projeyên xwe yên xizmetguzarî yên sala 2020`an bi dawî kirin û bi tevlibûna şêniyên herêmê projeyên xwe yên din temam dike.

Nimuneya xebata kolektîf: Şaredariya Ratlayê
Nimuneya xebata kolektîf: Şaredariya Ratlayê
Nimuneya xebata kolektîf: Şaredariya Ratlayê
Nimuneya xebata kolektîf: Şaredariya Ratlayê
13 hezîran, 2020   04:37
REQA-EMAR EL-XELEF

Şaredariya Gel a bajarokê Ratlayê yê başûr rojhilatê Reqayê li gorî budceya ku Komîteya Rêveberiya Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Reqayê veqetandiye, projeyên xwe yên sala 2020`an didomîne. Şaredarî hewl dide bi lez xebatên xizmetguzariyê pêk bîne.

Alavên xizmetguzarî xebatên paqijiyê di dirêjahiya 24 saetan de li 15 gundên girêdayî şaredariyê  û du mezreyên li başûr rojhilatê gundewarê Reqayê didomînin. Her wiha çopê ji sergoyên bêserûber radikin û jê xilas dibin.

Hevserokê Şaredariya Gel a bajarokê Ratlayê Ehmed El-Şihab got, şaredarî bi derfetên kêm xebatên xwe didomîne. El-Şihab îşaret bi hevkariya şêniyan a bi şaredariyê re kir û bang li şêniyan kir vê hevkariyê berdewam bikin ji bo ku bi lez projeyên ku dane destpêkirin, bidawî bikin.

Şaredariya Gel a Ratla projeya ronîkirina rêya giştî ya di navbera herêma El-Akîrşî û El-Kesrat de bi dirêjahiya 4 km bidawî kir. Her wiha projeyên din ên girêdayî avdan, toreyên kanalîzasyon, ziftkirina rêyên şaxî û sereke, berdewamkirina projeya ebareya serêya Beyareyê didomîne.

Di dawiyê de El-Şihab soz da şêniyan ku dê asta kar zêde bikin û karê hevpar xurt bikin ji bo tevahiya xebatên xizmetguzarî bidawî bikin.

(şx)

ANHA