`Rêya azadiyê di felsefeya Ocalan de ye‘

Rewşenbîr û siyasetmedarên herêma Efrînê gotin dewletên komploger bi dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan hedefgirtina gelên bindest armanc  kirin. Her wiha destnîşan kirin ku rêya azadiyê di naskirina felsefeya wî de veşartiye û divê tevahiya gelan bikevin ferqa vê yekê.

`Rêya azadiyê di felsefeya Ocalan de ye‘
13 hezîran, 2020   02:50
ŞEHBA-XANDÎ ELO

Desthilatên Tirkiyê ji çend salan ve tecrîdek girankirî li Rêber Abdullah Ocalan ferz dikin. Hevdîtinên malbat û parêzeran qedexe dikin. Li dijî vê yekê jî daxwazên gelê Kurd ji bo serbestberdana wî zêde dibin.

Rewşenbîr û siyasetmedarên herêma Efrînê ji ANHA`yê re behsa fikrên Ocalan û bandora wê li ser gelan kirin.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a herêma Efrînê Cuma Welo têkildarî komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de got: "Komploya Navnetewî tevahiya gelên bindest kir hedef. Ji ber ku rêya azadiyê di fikrên Rêber Ocalan de nixmandî ne. Divê ew gel vê bikevin ferqa vê rastiyê. Runiştandina fikrê wî dê berjewendiyên gelên kapîtamlîst asteng bikira. Yên ku bawer dikirin ku bi dîlgirtina Rêbertî dê fikrê neteweya demokratîk ji kokê ve qut bikirina.

Cuma wiha domand: "Tecrîda li dijî Rêbertî, tê wateya tecrîda fikrê azad û demokratîk. Pergalên kapîtalîst bi rêya sekinandina li dijî firkê Rêbertî vîna gelan û nêrîna wan kontrol dikin. Felsefeya Serok Apo felsefeya wekhevî û edaletê ye. Divê gel asta têkoşînê mezin bikin û helwestek cidîtir nîşan bidin ji bo ku tecrîd bidawî bibe. "

Cuma destnîşan kir ku ev pêvajo pêvajoya îsbatkirina gelan hêza xwe ye û ev tişt anî ziman: "Divê gel di vê pêvajoyê de hêza xwe diyar bikin û tiştên ku naxwazin red bikin. Wek rewşenbîr em bi fikrê neteweya demokratîk bawer in. Em ê hewl bidin fikrê wî belav bikin û xebatên xwe zêde bikin ji bo ku tecrîdê bidawî bikin. Divê em bi hişmendiyek azad tevbigerin ji ber ku em nûnerên gel in."

Siyasetmedar Îbrahîm Elî pesna projeya neteweya demokratîk da û wê wek gavek ber bi azadiyê ve hesiband û wiha pê de çû: "Ev proje roj bi roj bi ser dikeve. Ji ber ku dikeve xizmeta tevahî  gelên azadîxwaz û demokart. Ev fikr rêya me ber bi jiyana azad û rûmet e.

Elî îşaretpê kir ku bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser dibin û got: " Rêberek navneteweyî ye. Bi fikrê xwe karî gelan bide qebûlkirin ku bi hev re li ser bingeha wekhevî û edaletê bijîn. Nakokiyên li Rojhilata Navîn bi rêya pêkanîna fikrê wî têne çareserkirin. "

Di dawiyê de Îbrahîm Elî got: "Tecrubeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk serkeftî ye. ji ber ku firkê Rêber Abdullah Ocalan ê neteweya demokratîk û biratiya gelan di piratîkê de pêk anî. Divê wek pêkhateya Ereb û tevahiya pêkhateyên din em ji bo azadiya wî tê bikoşin."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qxr3b0BKgkA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>