Li gundewarê Girê Spî leşkerekî hikumeta Sûriyê hate kuştin û yekî din jî birîndar bû -HATE NÛKIRIN

Di encama hedefgirtina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de nuqteya hêzên hikumeta Sûriyê li gundê Qizelî leşkerek sûrî bi guleyên sekvanên dagirkera Tirk hate kuştin û yek din jî birîndar bûn

Li gundewarê Girê Spî leşkerekî hikumeta Sûriyê hate kuştin û yekî din jî birîndar bû -HATE NÛKIRIN
12 hezîran, 2020   18:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê êvarê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nuqteya hêzên hikumeta Sûriyê yên li gundê Qizelî yê rojavayê gundewarê Girê Spî kirin hedef. Di encamê de leşkerek hêzên hikumeta Sûriyê bi guleyên sekvanên dagirkera Tirk hate kuştin û yek din jî birîndar bû.

Hate ragihandin ku navê leşkerî hatiye kuştin Elî Mihemed Mehmûd e.

(şx)

ANHA