Rêveberiya Xweser: Xebatên belgekirina agahiyên girêdayî jinên DAIŞ`î bi dawî bû

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku ew û cihazên ewlehî yên pispor rêzê ji mafên mirovan û pîvanên navdewletî re di xebatên diyarkirin û belgekirina agahiyên girêdayî jinên DAIŞ`î de yên ku di nav Kampa Holê de dimîn girtin.

Rêveberiya Xweser: Xebatên belgekirina agahiyên girêdayî jinên DAIŞ`î bi dawî bû
12 hezîran, 2020   17:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiyê Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ev mijar şîrove kir:

`Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di xebatên xwe de ji bo rûniştandina ewlehî û aştiya navdewletî bi rêya Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî di 10`ê Hezîranê de xebatên diyarkirin û belgekirina agahiyên girêdayî jinên DAIŞ`î di Kampa Holê de yên ku xwe bi navê Mihacîran bi nav dikin, dab destpêkirin. Ji ber ku hejmarek mezin ji endamên DAIŞ`ê ya terorîst û zarokên wan hene. Ev tedbîr ji ber hesta me ya berpirsyariyê ji bo ku ewlehiyê kontrol bikin û rê li pêşiya kirinên terorîst li herêmê û cîhanê bê girtin, hate girtin.

Ev xebat ji bo pêşxistina rewşên jiyanî û mirovî di nav Kampa Holê de û ji bo agadarkirina dewletên ku welatiyên wan di nav kampê de ne da ku bi erkên xwe rabin û desteka pêwîst pêşkêş bikin, hate destpêkirin. Her wiha ev xebat bi armanca vedîtina çareseriyek guncew ji rewşa kampê ya aloz re li gel hebûna hejmara zêde ya jinan û zarokan, hate meşandin.

Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Xweser û cîhazên leşkerî û ewlekarî yên pispor, di tomarkirina belgeyan de rêzê ji mafên mirovan û peymanên navdewletî re digirin. Xebatên belgekirinê li gorî qanûnan bê zorî hatin meşandin û bê pirsgirêk bi dawî bûn.`

(şx)

ANHA