Rojeva rojnameyên erebî – 12 Hezîran

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa hewldana Beşar Esed a xwedûrxistina ji aloziya kûr a Sûriyê bi rêya guhartina mekanîzmaya desthilatê kir, her wiha behsa rewşa Lubnanê ya aborî, xetereya çeteyên Tirkiyê yên li Lîbyayê li ser Ewropayê kir.

Rojeva rojnameyên erebî – 12 Hezîran
12 hezîran, 2020   07:10
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: ESED SEROKWEZÎR DA ISTÎFAKIRIN Û JI ALAOZIYA ABORÎ BI DÛR XIST

Têkildarî mijarê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Serok Beşar Esed, serokwezîr Îmad Xemîs da istîfakirin û li şûna wî wezîrê dahatûyên avê Husên Ernos ku ji Idlibê ye, erkdar kir."

Pêngava îstîfakirina serokwezîr,  guhartina girîng li nuqteyên leşkerî yên fermadariyê, nemaze hêzên taybet û pasdarên komarî ava kir, ew jî bi hedefa kontrolkirina tevgerên li hêzên aktîf ku girîngiya yekemîn a parastina rejîma bê ye.

Îstîfakirina Xemîs li ser paşxaneya xwepêşandanên berfireh û tevliheviya lez a rewşa aborî li herêmên di bin serweriya rejîmê li Sûriyê de pêk hatin, her wiha bi nêzîkbûna hefteyekê ji pêkanîna Qanûna Qeyser re pêk hat.

Çavkaniyên ji Şamê ji El-Ereb re got pergala ewlehiyê ya Sûriyê di çend rojên borî de hemleya serdegirtinên mezin a diravguherandin bi hedefa kêmbûna nirxê dolar, pêk anîn. Li aliyekî din jî çavkaniyan got li bazirganên Şamê zexta vekirina dikanan hat kir, her wiha hejmareke mezin ji bazirganan bi sedema buhabûna kel û pelan tu tiştî nafiroşin.

Çavkaniyên siyasî yên sûrî diyar kir ku îstîfakirina serokwezîr diviyabû ku beriya demekê pêk bihata, lê Esed di biryara xwe de dereng ma, ji ber ku gelek kesan îtîraz kir ku berpirsyariyê di vê merheleyê de hilgire. Bi wê re jî Esed bang li wezîr Husên Ernos ê hikumeta îstîfakirî kir û li şûna serokwezîr erkdar kir.

Ji aliyekî din ve jî çavkaniyên siyasî yên sûrî da zanîn ku guhartinên mezin di hundirê pasdarên komarî û hêzên taybet de çêbûn, ew jî bi metirsiya tevgerên leşkerî yên hedefgirtina rejîmê pêk hatin.

Çavkaniyan bi bîr xist ku efserên elewî ji nişfê ciwan di nuqteyên leşkerî yên girîng de cih girt da ku tevgera hêzan di bin kontrola wan de be, ji ber ew efser Beşar Esed alîgirê xwe dibînin.

UKAZ: GELO PEYWIRÊN HIKUMETA HIZBULLAHÊ BI DAWÎ BÛNE?

Der barê mijarê de rojnameya Ukaz wiha nivîsî: "Bi lezbûna bilindbûna nirxê dolar re tevliheviya rewşa debarê û tunebûna çi çareyên pêkan, li Lubnanê xwepêşandan li herêma bakur heta bi başûr zêde bûn, her wiha dikanên xwarinê ji hêla kirîna şêniyan li ser bihîstina bilindbûna nirxê dolar û derbasbûna welat a krîzekê, pêşwaziyeke mezin dît."

EL-BEYAN: ÇETEYÊN ERDOGAN ÊN LI LÎBYAYÊ LI EWROPAYÊ XETEREYEKE MEZIN IN

Der heqê Lîbyayê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Çavkaniyên leşkerî yên lîbyayî hişyar kir ku peravên Zewara, Sebrata, Serman, Zawiyê, Qerebolî û hwd bûne cihê gerên koçberiyên nepenî. Ew jî bi serweriya milîsan li wan peravan pêk hat. Her wiha gelek mîrên şer ên pispor li gel serçeteyên milîsan gerên koçberiyê yên ber bi Ewropayê ve li hember pereyên mezin, bi rê ve dibin."

Çavkaniyan piştrast kir ku di çend rojên borî de gelek çeteyên Erdogan beşdarî birêxistinkirina van geran bûne, ew jî bi rêya hevkariya bi milîsên herêmî re bi taybet li Zawiyê û Mesratayê ber bi Ewropayê ve pêk tînin.

Li aliyekî din jî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku çete der barê koçberiya wan a nepenî ber bi peravên Lîbyayê û piştre Ewropayê re bedbin in, nesaxim 150 çete di Çileya 2020’an de derbasî Îtalyayê bûn.

Girêdayî mijarê, cîgirê serokê senatoya Îtalyayê Maurizio Gasparri çarşema borî got bi hezaran koçber xwe amade dikin ji Lîbyayê ber bi welat ve werin. Her wiha senatorê îtalî diyar kir ku istîxbarata welatê wî der barê vegera rewşa awarte de careke din hişyarî bi sedema koçberan da, ji ber ku bi deh hezaran kes li Lîbyayê ne û xwe amade dikin ber bi Îtalyayê ve herin.”

(fr)

ANHA