‘Ewropa dê ji DYA’yê bixwaze ku fişarê li Tirkiyê bike da ku destwerdana li Lîbyayê rawestîne’

Dîplomatekî ewropî aşkera kir ku wezîrên karên derve yên YE’yê dê ji wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompeo bixwazin ku fişarê li Tirkiyê bike da ku destwerdana li Lîbyayê rawestîne û li gorî encamên Konferansa Berlînê tev bigere.

‘Ewropa dê ji DYA’yê bixwaze ku fişarê li Tirkiyê bike da ku destwerdana li Lîbyayê rawestîne’
12 hezîran, 2020   12:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Balyozekî ewropî ji tora El-Erebiye re axivî lê navê xwe û welatê xwe aşkera nekir û diyar kir ku destwerdana Tirkiye û Rûsyayê li Lîbyayê şer gurtir dike.

Balyoz got Fransa, Almanya û Îtalya bi hev re hewl didin ku şerê herêmî li Lîbyayê bi dawî bikin û li Konferansa Berlînê ku di Çileya borî de li dar ketiye, vegerin. Her wiha tê destnîşankirin ku dê wezîrên karên derve yên ewropî û Pompeo aloziyên li Lîbya, Rojhilata Navîn û îdiayên Koronavîrusê (Covid-19) duşema bê nîqaş bikin.

Ev jî di demekê de ku Tirkiyê tevî pêşwaziya wê ya bangên NY’yê ya jinûve destpêkirina diyaloga di navbera aliyên Lîbyayê de ya pêşkêşirina alîkariya leşkerî ji hikumeta Wîfaqê re li hember artêşa Lîbyayê de didomîne, pêk tê.

Li aliyekî din jî Wîfaqê duh ragihand ku Tirkiyê vekirina pira asîmanî bi Lîbyayê re ragihandiye, her wiha 4 balafirên leşkerî yên Tirkiyê ji cureya C130 li Mesratayê daketine ku piştevaniya lojîstîk hilgirtibûn.

Hikumeta Wîfaqê da zanîn ku 13 balafirên dewleta Tirk derbasî asîmanê Lîbyayê bûn.

Îro jî çavkaneyekî leşkerî ji El-Erebiye re daxuyand ku çekdarên hikumeta Wîfaqê ya Lîbyayê û bi çavdêriya efserên Tirkiyê mayinan li Sedat a rojavayê Sirteyê diçînin.

(fr)

ANHA