Di çalakiyên HRE’yê de 5 çete hatin kuştin

Di çalakiyên HRE’yê yên 1 û 4’ê Hezîranê de 5 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin û 4 çete jî birîndar bûn.

Di çalakiyên HRE’yê de 5 çete hatin kuştin
12 hezîran, 2020   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) yên li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker berdewam dikin. HRE’yê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di çalakiyên hêzên wan ên dawîn de li Bab, Mare û Şêrawayê 5 çete hatine kuştin, her wiha 4 çete jî birîndar bûne.

Berfirehiya daxuyaniye HRE’yê wiha ye:

“Roja 1’ê Pûşperê hêzên me li herêma Babê li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyeke sekvanî li dar xist. Di encamê de 1 çete hat kuştin. Di heman rojê de hêzên me li dijî benda kontrolê ya girêdayî bajarê Babê çalakiyeke serdagirtinê li dar xist. Di encamê de 2 çete hatin kuştin.

Hêzên me li herêma Mareyê çalakiyeke sekvanî li dijî çeteyên artêşa dagirker li dar xist. Di encamê de 1 çete hat kuştin.

Hêzên me li gundê Basûtê yê bi ser navçeya Şêrawa de çalakiyek li dijî çeteyên artêşa dagirker li dar xist. Di encamê de bi qasî ku hat tespîtkirin 4 çete birîndar bûn.

Roja 4’ê Pûşperê hêzên me li herêma Mareyê li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyeke sekvanî li dar xist. Di encamê de 1 çete hat kuştin.

Bi giştî di encama çalakiyên hêzên me de 5 çete hatin kuştin û 4 çete jî birîndar bûn.”

ANHA