Malbatên girtiyên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Birayê rêber Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da.

Malbatên girtiyên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
12 hezîran, 2020   09:19
NAVAENDA NÛÇEYAN

Mehmet Ocalan birayê rêberê Abdullah Ocalan û ji girtiyên din birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn, bi rêya parêzerên xwe ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk da.

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan; Rezan Sarica, Raziye Tûrgût, Îbrahîm Bîlmez û Serbay Koklu jî duh ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabû.

Heta niha bersiv ji serlêdana parêzeran re nehatiye dayîn.