Pêngava paqijkirina kampa Holê bi dawî bû

Hêzên ewlekariyê yên dest bi paqijkirina kampa Holê kiribû û agahiyên der barê jinên DAIŞ`î de kom dikirin, pêngava xwe bi dawî kir.

Pêngava paqijkirina kampa Holê bi dawî bû
12 hezîran, 2020   08:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên leşkerî û ewlekariyê yên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 10`ê Hezîranê de dest bi paqijkirina kampa Holê kir. Her wha jinûve beşek ji kampê ku bi navê ‘El-Muhacerat’ tê naskirin, bi rêxistin kir.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja çarşemê daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de wiha da zanîn: "Ji bo xurtkirina ewlehî û aştiyê, Rêveberiya Xweser bi rêya hêzên xwe yên leşkerî û Hêzên Ewlekariya Hundrîn, her wiha bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî ji bo başkirina rewşa jiyanî û mirovî di kampê de, dixebite."

(bx)

ANHA