Cotkar ji bo avakirina rêgeza xwetêrkirinê bang dikin

Cotkaran bang li aliyên têkildar ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku pêdiviyên wan ên çandiniyê peyda bikin da ku barên wan sivik bibin, rêgeza xwetêrkirinê li herêmê pêk were û krîza aborî derbas bibe.

Cotkar ji bo avakirina rêgeza xwetêrkirinê bang dikin
Cotkar ji bo avakirina rêgeza xwetêrkirinê bang dikin
Cotkar ji bo avakirina rêgeza xwetêrkirinê bang dikin
Cotkar ji bo avakirina rêgeza xwetêrkirinê bang dikin
Cotkar ji bo avakirina rêgeza xwetêrkirinê bang dikin
Cotkar ji bo avakirina rêgeza xwetêrkirinê bang dikin
Cotkar ji bo avakirina rêgeza xwetêrkirinê bang dikin
Cotkar ji bo avakirina rêgeza xwetêrkirinê bang dikin
12 hezîran, 2020   09:03
QAMIŞLO-ŞIHAB EHMED

Cotkarên ku sebzeyên havînê diçînin, diyar kir ku ew bi hewcedariya desteka aliyên têkildar in. Heger ew destek bi dest xistin, dikarin rêgeza xwetêrkirinê ji bo sebzeyan li herêmê peyda bikin.

Îsal sebzeyên havînê bi rûberên fireh hatin çandin, vê jî rolek di sivikkirina azarên şêniyan de ji bo peydakirina pêwîstiyên wan ji sebzeyan lîst, bi taybet piştî aloziya aborî ya ku herêm tê re derbas dibe.

Cotkaran bang li aliyên têkildar ên çandiniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku pêdiviyên çandiniyê ji wan re peyda bikin, bi taybet cotkarên ku rûberên fireh bi sebzeyan diçînin. Ji bo ku barên wan sivik bikin, rêgeza xwetêrkirinê peyda bikin û aloziya aborî ya ku herêm tê re derbas dibe, sivik bikin. Her wiha cotkaran bang li aliyên têkildar kir ku desteka warê çandiniyê bikin.

Cotkaran destnîşan kir ku lêçûna projeya çandina sebzeyên havînê îsal bi rûbera 3 hektaran gihaşt 7 hezar dolaran. Ev ji bilî heqdestên karkeran, sotemenî, pêdiviyên hilberînê mîna tûrik û amûrên din ji bo ku sebzeyan tê de bi cih bikin û bişînin sûkan, peyda bikin.

Cotkaran îşaret pê kir ku Komîteya Çandiniyê ya Til Hemîsê sotemeniyê ji wan re pêşkêş dike. Lê ew miqdar têra avdana zeviyan nake. Ji ber wê bang li aliyên têkildar kir ku wê miqdarê zêde bikin.

Cotkarê bi navê Silêman Ebdulezîz destnîşan kir ku ji her donimeke xiyar derdora 400 kg sê rojan carekê hildiberîne. Ebdulezîz destnîşan kir ku ew baş bi miqdara hilberînê nizanin lê li gorî kerikan hilberîn berhemdar e.

Endezyarê çandiniyê û hevserokê Komîteya Çandiniyê ya Til Hemîsê Elî El-Berho diyar kir ku komîteyê îsal çandina zêdetirî hezar donimî bi sebzeyan, belge kir, li gundên Umeye, Xirnate li başûrê rojhilatê Til Hemîsê, El-Qeyrawan a başûrê rojavayê Til Hemîsê, Xermo bakur, Ebû Xezef li bakurê Til Hemîsê, Til Bis, Xiwêtle El-Doşo û Xiwêtle El-Raîdat li rojavayê Til Hemîsê. Ji wê zêdetir şêniyan di hewşên malên xwe de li tevahiya gundan sebze çandine.

El-Berho got Komîteya Çandiniyê ya navçeya Til Hemîsê tevahî pêwîstiyan peyda dike û wiha domand: "Dê mazot li gorî rûbera çandiniyê û tov li wan werin belavkirin. Her wiha dê rûxset pêşkêşî cotkaran bê kirin ku ruxset wernegirtine."

Cotkarên herêmê di dawiya meha Çileyê de dest bi amadekariyên çandina sebzeyan dikin. Dewreya çandiniyê heta destpêka Kanûnê didome yanî derdora 10 mehan. Ev dewre di sê qonaxan re derbas dibe; amadekirina tov û şitilan, çandina şitilan û rakirina naylonê ji ser xendekan û çandina sebzeyan bi awayekî vekirî di destpêka Nîsanê de.

(şx)

ANHA