DYA di çend mehên bê de hêzên xwe li Iraqê kêm dike

Bi destpêkirina diyaloga di navbera DYA û hikumeta Iraqê de û bi daxuyaniyeke hevbeş ji her du aliyan, DYA’yê diyar kir ku di mehên pêş de dê hêzên xwe di Iraqê de kêm bike, lê divê dewleta Iraqê jî garantiyê bide ku tu êriş bi ser bargehên Iraqê de neyên.

DYA di çend mehên bê de hêzên xwe li Iraqê kêm dike
12 hezîran, 2020   08:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumetên DYA û Iraqê bi daxuyaniyeke hevbeş piştî diyaloga stratejîk ragihand ku dê DYA di çend mehên bê de hebûna xwe ya leşkerî li Iraqê kêm bike. Her du hikumetan daxuyand ku piştî pêşketina mezin a têkbirina li dijî DAIŞ’ê, DYA’yê wê hêzên xwe di Iraqê de kêm bike.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tu hewldanên DYA’yê tune ne ku baregehên mayînde li Iraqê ava bike.

Hikumeta Iraqê soz da ku baregehên ku tê de hêzên DYA’yê hene, piştî rêzeêrişên bi tawanbariya li dijî komên alîgirên Îranê, biparêze.

Piştî demek ji sarbûna têkiliyên DYA-Iraqê, duh her du aliyan diyalogek bi rê ve bir da ku alozî di navbera wan de hinekî kêm bibe.

Piştî ku Mustafa Kazimî bû serokwezîrê Iraqê ku xwedî têkiliyeke baş bi DYA yê re, derfetek hat bidestxistin ku têkiliya her du dewletan baş bibe.

Bi kuştina Qasim Suleymanî û cîgirê serokê Heşdî Şebî Ebû Mihdî El-Mûhendês re bi destê hêzên DYA’yê helwesta dijberiyê ji DYA’yê re li Iraqê zêde bû.

Parlamenterên şîe di perlemantoya Iraqê de ji bo bidawîkirina hebûna hêzên biyanî li Iraqê deng dabû.

ANHA