40 sal e biskilêtan temîr dike

Ev 40 sal e apê Mihemed Mecîd Mustefa di karê temîrkirina biskilêtan de dixebite. Ji ber zîrekbûna wî ya di kar de rêzdariya civakê girt û navê ‘Çêker’ lê hate kirin.

40 sal e biskilêtan temîr dike
12 hezîran, 2020   07:53
HELEB- MIHEMED EBDO – ARIF SILÊMAN

Her çendî ku mirov di karê xwe de zîrek be û pê ve girêdayî be ew qasî rêzdariya civakê digire. Apê Mihemed Mecîd Mustefa (50), ji gundê Sêmala yê navçeya Raco ya kantona Efrînê ye. Apê Mihemed ev 40 sal e di dikana temîrkirina biskilêtan (duçerxe) a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê de kar dike.

Apê Mihemed diyar dike wî di zarokatiya xwe de dest bi vî karî kiriye, dema ku biskilêta wî xirab bû û pereyên wî tune bû ku temîr bike, wî dest bi temîrkirina biskilêtan kir.

Der barê destpêkirina vî karî de wiha got: "Biskilêtekî min hebû. Dema xirab bû min bi xwe çêdikir, ez wisa fêrî vî karî bûm. Destpêkê ez ditirsiyam û dudil bûm gelo ez ê bi ser bikevim an na. Gelek parçeyên biskilêtê xirab dibûn ta ez fêr bûm."

JI BER ZÎREKBÛNA WÎ NAVÊ ‘ÇÊKER’ LÊ KIRIN

Şêniyên taxê navê "Çêker" li apê Mihemed kir. Ji ber ku ji tiştên xirabûyî tiştên nû çêdike û temîr dike.

Apê Mihemed got: “Li taxê bi navê Çêker têm naskirin. Çi tiştên malê hebin yên xirabûyî çêdikim mîna papor, biskilêt, lembeyên kevn an lokis û hwd. Ev 40 sal e di vê dikanê de kar dikim, yên di taxê de  û yên derveyî taxê vê dikanê nas dikin."

Ji ber ku hêza wî ya kirînê tunebû, ber xwe de da vî kar ku xwe tê de pêş xist. Ev kar jê re bû çavkaniya debara jiyanê. Apê Mihemed tîne ziman ku kesê derbasî dikana wî bibe, nabe jê derkeve bêyî ku biskilêta wî bê temîrkirin.

Apê Mihemed diyar dike ku ji xwe bawerî ji bo derbaskirina keleman û dilxweşiya kesên ku têne dikana wî mijarek gelekî girîng e, ji ber ku dê wan ji barê kirîna pêwîstiyên wan xilas bike. Li ser vê mijarê apê Mihemed dibêje: "Ez bi xwe di mal de fêrî vî pêşeyê bûme. Tu kesî alîkariya min nekir, min gelek êş kişand û destê xwe birîn kir heta fêr bûm."

Apê Mihemed Mecîd Mustefa got: "Dema kesek biskilêta xwe tîne cem min ez baş tamîr dikim. Bi saya xwedê her kes ji min hez dike û rêzê  ji min re digire."

ANHA