Çalakiyên li dijî sûcên dewleta Tirk didomin

Sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinên Efrîn li Kobanê hatin şermezarkirin.

Çalakiyên li dijî sûcên dewleta Tirk didomin
Çalakiyên li dijî sûcên dewleta Tirk didomin
Çalakiyên li dijî sûcên dewleta Tirk didomin
11 hezîran, 2020   18:52
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên Kobanê bi meşekê sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinên Efrînê şermezar kirin.

Meşa ku bi pêşengtiya jinan hate lidarxistin, ji Qada Jina Azad dest pê kir û li Qada Şehîd Egîd veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de bi navê şêniyên kantona Kobanê Ferhan Elî û bi navê tevgera jinê Bêrîvan Hesen axivîn.

Ferhan sûcên li bajarê Efrînê têne kirine şermezar kirin û bang li civaka navnetewî kir ku berpiryartiyên xwe yên li hemberî van sûcan bicih bîne.

Ferhan anî ziman ku berxwedana gel divê li hemberî dagirkeran mertal be, bêyî berxwedan û îrade azadî û biratiya gelan ne pêkan e.

Bêrîvan Hesen jî got: "Em di nava rêveberiyeke demokratîk de dijîn. Di vê rêveberiyê de jin bi awayekî demokratîk tevahî rola xwe bi cih tîne. Li ev li dijî siyasetên rejîmên dîktator in. Ji ber vê Tirkiyê ya ku mafên jinê red dike, şerê me dike."

Bêrîvan anî ziman ku gelê herêmê bi rêveberiya xwe re, çawa krîzên din derbas kirin ji bo derbaskirina krîza aborî tevkar e.

Bêrîvan Hesen di berdewama axaftina xwe de şehîd Qasim Engîn bi bîr anî û got, dibistan, zanist, îlm û têkoşînê ye: "Me nirxandinên wî yên derbarê gelan de xwendin. Divê ji me re bibe minareye têkoşînê."

Mîtînger bi dirûşmeyên şermezarkirina dewleta Tirk û bêdengiya civaka navnetewî ya li hemberî sûcên wê bi dawî bû.

ANHA