Ciwanên Tirbespiyê banga têkoşînê li hemberî dagirkeriyê kirin

Ciwanên navçeya Tirbespiyê bi meşeke meşeleyî êrişên qirker û dagirkirinê yên dewleta Tirk şermezar kirin.

Ciwanên Tirbespiyê banga têkoşînê li hemberî dagirkeriyê kirin
11 hezîran, 2020   18:25
QAMIŞLO

Meşa ku bi dehan ciwanên navçeya Tirbespiyê beşdar bibûn, ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a rojavayê navçeyê destpê kirin.

Ciwanan bi meşele û wêneyên şehîd Qasim Engîn di nava sûka navendî de geriyan û li pêşiya navenda Kongreya Star sekinîn.

Li ber navenda Kongreya Star deqeyeke rêz hate girtin. Piştre endama Rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a navçeyê Nesrîn Hesen axivî. Nesrîn fermandarê şehîd Qasim Engîn bi bîr anî û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji salan ve hewl dide bi rêya hedefkirina fermandar û têkoşeran kurdan qir bike, lê gelê Kurd serî netewand, vîn û israra wê ya şopandina rêya şehîd û têkoşeran zêde bû.

Nesrîn di dawiya axaftina xwe de bang li ciwanên Kurd kir ku asta têkoşînê li hemberî dagirkeriya Tirk bilind bikin.

Meş bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/129xEodn6wc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>