​​​​​​​Balafirên Tirk herêma Bradost bombebaran kir

Balafirên dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Xelîfan a herêma Biradostê barand. Ji ber bombebaranê agir bi dexl û danê gund ket.

​​​​​​​Balafirên Tirk herêma Bradost bombebaran kir
11 hezîran, 2020   17:37
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî Roj News‘ê, di saetên şevê de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Xelîfan ê Biradostê bombebaran kirin. Di encama êrişê de agir bi dexl û danê gundê Xelîfan ket.

Hate gotin ji ber ku balafirên keşfê li ser asîmanê deverê difirin welatî nikarin agir vemirînin û agir her ku diçe berfireh dibe.