DYA: Em piştgiryê didin bidawîkirina destwerdanên derve ya li Lîbyayê

Wezareta Derve ya DYA‘yê destnîşan kir ku ew piştgiriya bidawîkirina mudexeleyên derve li Lîbyayê dike. Her wiha bangawaziya xwe ji bo agirbestê dubare kir.

DYA: Em piştgiryê didin bidawîkirina destwerdanên derve ya li Lîbyayê
11 hezîran, 2020   17:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezaretê destnîşan kir ku pêwîste beşdarbûna çeteyên biyanî di şerê li Lîbyayê de were rawestandin û bang li hemû aliyan kir ku li diyaloga siyasî vegerin da ku bigihêjin çareseriyekê.

Her wiha wezaretê helwesta ku wezîrê derve Mike Pompeo ragihandibû, dubare kir û destnîşan kir ku çareseriya siyasî çareseriya tekane ya aloziya Lîbyayê ye.

Pompeo roja Çarşemê bang li aliyên Lîbyayê kiribû ku vegerin danûstandinan û agirbest destnîşan kir. Pompeo di kongreyek çapemenî de got: "Erêkirina hikumeta Wîfaq û Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê vegera danûstanên NY`yê  yên girêdayî ewlehiyê, gavek baş û erênî ye."

(şx)