Îlham Ehmed: Yekitiya Kurdî dê hevgirtina niştimanî ya Sûrî bi hêz bike

Îlham Ehmed got: "Rêya serketinê girêdayî îrade û îsrara gel a pêkanînê. Yekitiya Kurdî dê hevgirtina niştimanî ya Sûrî bi hêz bike û rolekê di çareserkirina aloziyê de bilîze."

Îlham Ehmed: Yekitiya Kurdî dê hevgirtina niştimanî ya Sûrî bi hêz bike
11 hezîran, 2020   15:38
KOBANÊ

Seroka Meclisa Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed di çarçoveya rêze civînên xwe yên nirxandina rewşa siyasî, aborî û civakî ji re gel, îro li civînek li navenda çand û hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê li dar xist. Bi dehan şênî, di nav de endam û rêveberên saziyan û kesayetên siyasetmedar amade bûn.

Îlham Ehmed mijarên girêdayî yekitiya netewî ya kurdî, hevgirtina niştimanî ya Sûrî, rewşa aborî, her wiha mijarên din mîna guhertina demogarfî ya ku Rûsya û Tirkiyê pêk tînin nirxandin.

‘HEVGIRTINA NETEWÎ YA SÛRÎ GIRÊDAYÎ YEKITIYA KURDΑ

Îlham Ehmed di destpêka axaftina xwe de behsa yekitiya netewî ya kurdî kir û got: "Yekitiya kurdî bingeha her gavavêtinekê ber bi pêşerojê ve ye, ji ber vê yekê divê giranî li ser vê mijarê we dayîn û çareserî di navbera aliyên kurdî de were dîtin."

Îlham Ehmed bi bîr xist ku bi mijarê avakirina yekitiya kurdî gelek gav hatin avêtin û anî ziman: "Em dixebitin da ku nêrînan kurdî nêzîkî hev bikin. Hevdîtin di navbera partiyan de hatin lidarxistin ku pêşketinên mezin hatin pêkanîn."

Îlham bi domdarî got: "Rêya sereke ya serketinê berxwedan û îsrara gel di pêkanîna serketinê de ye. Hevgirtina netewî ya Sûrî girêdayî yekitiya kurdî. Gavên sereke ku divê werin avêtin pêkanîna yekitiyê kurdî ye. Divê em giraniyê bidin mijara kesên ku dixwazin fitneya mezhebî di anvbera gelan de derxînin, gelên ku xwîna zarên wê di rizgarkirina herêmên ji terora DAIŞ‘ê tevlihev bûye."

Derbarê diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Sûriyê de Îlham Ehmed ev tişt anî ziman ku rejîma Sûriyê di zihniyeta xwe de berdewam e, ji ber zihniyeta wê gelek alozî çêbûn, ya sereke hilweşandina aboriya Sûriyê ye.

Seroka Meclisa Rêveber a MSD‘ê Îlham Ehmed got: "Heta rejîma Sûriyê bi zihniyeta xwe ya înkarkirina kurdên li Sûriyê ve girêdayî be, diyalgo pê re temam nabe. Ji ber em vê rewşê qebûl nakin."

‘RÊVEBERIYA XWESER DIXEBITE DA KU GEL JI ENAMÊN QAÛNA QEYSER BIPARÊZE‘

Îlham bal kişand ser mijara sereke ya diyaloga di navbera hikumeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser de rêgirtina li ber hilweşîna aboriya Sûriyê û parastina herêmên ji hemû azaran û wiha domand" Rêveberiya Xweser niha li gelek rêbazan digire. Di nav de vekirina sûkên bazirganiyê bi Iraqê re, lêkolînkirina rewşa siyasî ya ku xelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re tê re derbas dibe. Em hewl didin bi hemû rêbazan herêmê ji encamên Qanûna Qeyser biparêzin a ku dê li ser hikumeta Sûriyê were ferzkirin. Ev qanûn di serî de rejîmê dike hedef, bi maneyeke zelal qanûna nehiştina qetilkirina gelê Sûriyê ye."

BANGA PIŞTGIRIYA  GELÊ EFRÎNÊ

Di berdewama axaftina xwe de Îlham Ehmed bal kişand ser guhertina demografî ya li Efrînê ku ji aliyê Tirkiyê û Rûsya ve tê kirin û wiha pê de çû: "Divê di her qadan de destek bi gelê Efrînê re were kirin û rê neyê dayîn ku li Efrînê guhertina demografî bê kirin. Bi hezaran Kurd di hundirê Efrînê de hene li dijî wan zulm tê meşandin da ku mal û xaka xwe terik bikin."

Her wiha got: "Tirkiyê ya dagirker niha hewl dide ji çeteyên li Efrînê xilas bibe û li şûna wan berdêlan bibîne. Ev yek dê gelek xisar bighîne Tirkiyê, ji ber aloziya wê ya navxweyî nikare vê yekê bike. Aliyekî din ê aloziyê şerê wê yê li Idlib û Lîbyayê û aloziya ji ber vîrusa Koronayê ye."

Di dawiya nirxandina xwe de Îlham Ehmed got: "Em ji rexneyan re gelekî vekirî ne, rêveberiyên me rexneyan û xwe rexnekirin vekiriye ne, armanc pêkanîna pêwîstiyên gel e."

Di dawiya civînê de nîqaş di navbera Seroka Meclisa Rêveber a MSD‘ê Îlham Ehmed û beşdaran de nîqaş çêbûn.

ANHA