Pêvajoya duyemîn a diyaloga Kurd-Kurd dest pê kir

Partiyên Yekitiya Niştîmanî ya Kurd destpêkirina pêvajoya duyemîn a diyaloga Kurd-Kurd ragihand. Hat diyarkirin, komîteya ku nûnertiya wê dike û fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demoratîk Mazlûm Ebdî û şêwirmendê Amerîkî William Roebuck tevlî bûne.

Pêvajoya duyemîn a diyaloga Kurd-Kurd dest pê kir
Pêvajoya duyemîn a diyaloga Kurd-Kurd dest pê kir
Pêvajoya duyemîn a diyaloga Kurd-Kurd dest pê kir
Pêvajoya duyemîn a diyaloga Kurd-Kurd dest pê kir
Pêvajoya duyemîn a diyaloga Kurd-Kurd dest pê kir
11 hezîran, 2020   16:46
Suzan İraz

Partiyên Yekitiya Niştîmanî ya Kurd îro civîna xwe ya asayî li avahiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya li bajarê Qamişlo li dar xist. Civîn ji bo nîqaşkirina geşedanên dawîn ên girêdayî diyaloga Kurd-Kurd hate lidarxistin.

Li gorî sekreterê giştî yê Yekitiya Lîbral a Kurdistanê Ferhad Têlo pêvajoya duyemîn a diyaloga Kurd-Kurd destpê kir û got: "Duh êvara Çarşemê civînek di navbera komîteya Partiyên Yekitiya Niştîmanî ya Kurd û Encumena Niştîmanî ya Kurd de lidar ket. Hinek nuqte hatin nîqaşkirin. Bi giştî tu nakokiyên mezin tune ne. Mirov dikare vê civînê weke civîna yekemîn a pêvajoya duyemîn a diyaloga Kurd-Kurd bihesbîne."

Têlo navaroka hevdîtinê û mijarên ku hatine nîqaşkirin eşkere nekirin. Lê destnîşan kir ku wan nuqteyên bingehîn ên ku tê payîn di pêvajoya duyemîn de nîqaş bikin, nîqaş nekirine û got: "Dê di civînên bê de nîqaş li ser wan nuqteyan bêne kirin."

Têlo destnîşan kir ku civîn bi tevlibûna fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Ebdî û William Roebuck şêwirmendê Amerîkî yê Hêzên Koalîsyona Navdewletî lidar ket.

25 partî û tevgerên siyasî yên li Rojava bi armanca pêkanîna yekitiya Kurd avakirina sîwanek siyasî bi navê Partiyên Yekitiya Niştîmanî ya Kurd avav kirin. Komîteyek ji 7 kesan hate avakirin da ku tev li danûstandinên bi partiyên Kurd re bibe ji bo ku yekitiya Kurd li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk were.

)şx(

ANHA