Serokwezîrê Sûriyê ji kar hate dûrxistin

Serokwezîrê hikumeta Sûriyê Îmad Mihemed Dîb Xemîs ji kar hate dûrxistin û kesekî din li şûna wî hate wezîfedarkirin.

Serokwezîrê Sûriyê ji kar hate dûrxistin
11 hezîran, 2020   14:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Sûriyê Beşar Esed bi biryarekê serokwezîrê Sûriyê Îmad Mihemed Dîb Xemîs ji kar rakir û Hisên Ernûs li şûna wî wezîfedar kir.

Di daxuyaniya buroya serokatiya hikumeta Sûriyê de hate goitn: "Serok Esed biryara 143‘yan a sala 2020‘an derxist. Li gorî wê serokwezîr, Îmad Mihemed Xemîs ji vê erkê hate dûrxistin û li şûna wî birêz endizyar Hisên Ernûs hate wezîfedarkirin, ku di heman demê de wezîrê berhemên avî ye."

Nirxê pereyê Sûriyê li beramberî dolarê bi awayekî mezin daket ku di rojekê de dolar gihaşt 3 hezarî. Ev yek bû sedema bilindbûna nirxê madeya û nerazîbûna welatiyan.

Li ser vê yekê, hejmarek endamên parlamantoyê banga rakirina baweriyê ji hikumetê kirin . Hin din jî gotin ku biryar û tedbîrên hikumetê ne li gorî asta rewşa jiyanî ya welatiyan e, her wiha sedemên daketina nirxê pereyên Sûrî encamên siyasetên şaş ên hikumetê ye.