Rêxistina Mafên Mirovan: Çeteyên Tirkiyê kelemêr Arif Xelîl kuştine

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê nûçeyên xwekuştina kelemêrê bi navê Arif Xelîl derewamd û got, Arif nedikarî bimeşe û cihê ku lê hatiye dîtin bi 10 km ji gundê wî dûr e.

Rêxistina Mafên Mirovan: Çeteyên Tirkiyê kelemêr Arif Xelîl kuştine
11 hezîran, 2020   14:03
ŞEHBA-SÎMAV XELÎL

Şêniyên gundê Meydankî yê girêdayî navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî, şêniyê bi navê Arif Ebdo Xelîl ê ji gundê Qizilbaş kuştî li nêzî gola Meydankî dîtin. Arif beriya were kuştin ji hêla çeteyên dagirkeriyê ve hatibû revandin.

Şêniyê bi navê Arif Xelîl ê 80 salî nexweş bû û nikarîbû bimeşe.

Çeteyên dagirkera Tirk di nav şêniyan de û li malparên têgihiştina civakî yên girêdayî xwe belav kir ku Arif Xelîl xwe kuştiye û nehatiye kuştin.

Li gorî berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo got dagirkera Tirk û çeteyên wê sûcek din li dijî Arif Xelîl pêk aniye.

Şêxo îşaretpê kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Arif Xelîl di 9`ê Hezîranê de revandin û pê re 10 hezar dolar hebû. Piştre ew kuştin û cenazeyê wî avêtin nêzî gola gundê Meydankî.

Şêxo wiha domand: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îdia dikin ku ku Arif Xelîl xwe kuştiye. Lê ev agahî ne rast e. Ji ber ku Arif Xelîl nedikarî bimeşiya. Gundê Qizilbaş jî ji cihê ku cenazeyê wî hatiye dîtin bi 10 km dûr e."

Şêxo bang li rêxistinan kir ku mudexele bikin û sûcên li dijî sivîlan li kantona Efrînê têne kirin, rawestînin û girêdayî wê lêpirsînekê vekin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4kCOM-y694w" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>