​​​​​​​Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbatên 4 şehîdan re xwest

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê sersaxî da malbatên 4 şervanên ku li çiyayên Kurdistanê şehîd bûbûn.

​​​​​​​Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbatên 4 şehîdan re xwest
​​​​​​​Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbatên 4 şehîdan re xwest
​​​​​​​Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbatên 4 şehîdan re xwest
​​​​​​​Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbatên 4 şehîdan re xwest
​​​​​​​Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbatên 4 şehîdan re xwest
11 hezîran, 2020   12:21
QAMIŞLO

Bi hezeran şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê berê xwe da Navenda Şehîd Bawer a Ciwanan û sersaxî ji malbatên şehîd Xelat Hacî (Şîlan Cûdî), Xwînda Hesen (Zinarîn Xwînda), Selîl Hacî (Cesûr Medenî) û Mihemd Esaf (Cûdî Dêrik), her wiha fermandar Qasim Engîn re xwest.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di merasîmê de hevserokê PYD`ê Enwer Muslim wiha axivî: "Di şexsê fermandar Qasim Engîn de em hemû şehîdên azadiyê ku bûn çirûska ronîkirina nifşan ber bi pêşerojê ve, bi bîr tînin. Di sîwana sîstema demokratîk de em li ser vê xakê bi nirxên mirovahiyê dijîn. Di navbera pêkhateyan de hevgirtin û jiyana hevbeş heye. Xwîna hemû pêkhateyan di yek xendekê de ji bo rizgarkirina xakê û parastina rûmetê tevlihev bû."

Paşê ji fermandarên YPG`ê Hemîd Umer axivî û sersaxî ji malbatên her çar şehîdan re xwest, soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna xewn û xeyalên wan da û wiha got: "Pêvajoya heyî pêwîst dike ku em têkoşîna xwe li hember hemû komên terorîst ku destekê ji Tirkiyê digirin, xurt bikin. Ji ber ku dijminê me tu ferq û cudahiyê naxe navbera ol û pêkhateyan."

Her wiha hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî Hisên El-Elî jî wiha axivî: "Rêber Abdullah Ocalan gotiye şehîd pêşengên me yên manewî ne. Bi saya wan gelên Bakur û Rojhilatê bûne yek. Xwîna wan di xendekên şerefê de tevlihev bû. Ew temenê azadî, demokrasî, serkeftin, rakirina zilmê û koletiyê ji ser gelan û vegerandina mafan li xwediyê wan in."

Bi navê meclisa malbatên şehîdan û Kongreya Star jî axaftin hatin kirin, sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

Di dawiyê de wesîqetên şehadetê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê ve di nava tilîliyan de hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

bx

ANHA