​​​​​​​Şehîd Ehmed Tîzînî hate oxirkirin

Îro bi sedan şêniyên Minbicê cenazeyê şehîd Ehmed Tîzînî ku di nava refên Lîwaa Siwar Idlibê de cih digirt, li goristana şehîdan a bajarê Minbicê oxir kir.

11 hezîran, 2020   12:18
MINBIC

Şehîd Ehmed Tîzînî (Ebû Sitêf) ji bajarê Idlibê ye û şervanê Lîwaa Siwar Idlibê ye ku di bin sîwana Cebhet Ekrad a girêdayî QSD`ê de tev digere. Ehmed Tîzînî 8 Hezîranê dema bi erka xwe radibû, şehîd bûbû.

Girseya gel ji pêşiya Nexweşxaneya Firat a Minbicê bi tevlêbûna bi sedan şêniyên bajêr û hevrêyên şehîd berê xwe da goristinê, li wir hevalên şehîd cenaze rakir ser dike. Şêniyan alên Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Leşkerî ya Babê, Lîwaa Siwar Idlibê, Cehbet Ekrad û wêneyên şehîdan rakirin.

Merasîmê bi torena leşkerî dest pê kir, paşê li ser navê Lîwaa Siwar Idlib berdevkê Lîwaa Siwar Idlib Mehmûd Ebû Xalid axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Mehmûd Ebû Xalid piştrast kir ku şehîdan di oxira tunekirina terorê de canê xwe feda kir û ji bo gelê xwe ewlehî û aramiyê mîsoger dikin.

Bi navê Saziya Malbatên Şehîdan hevserokê Komîteya Malbatên Şehîdan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Îbrahîm Xilêf axivî û got: "Di serî de em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û bejna xwe li hemberî qehremaniya şehîdan ditewînin. Şehîdan di oxira parastina gel û xaka xwe de canê xwe feda kir."

Di dawiyê de li ser navê Meclisa Jinan a bajarê Minbicê û gundewarên wê endamê rêveberiya meclisa navçeyê Hec Mihmed axivî û îşaret bi keda şehîdan kir, silav li giyanê hemû şehîdan canê xwe di oxira parastina welêt dane, kir û şehîd wek tîrêjên rojê wesif kirin.

Paşê wesîqeta şehîd hate xwendin û radestî malbata şehîd kirin û şehîd di nava sloganan de hate oxirkirin.

eh

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nZbvc1J0qTs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>