Rêxistin û saziyên mafên mirovan bang li NY`yê kir

Rêxistin û saziyên mafnas ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafnas û mafên mirovan kir ku destwerdanê bike û komîteyeke lêpirsînê têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ava bike.

Rêxistin û saziyên mafên mirovan bang li NY`yê kir
11 hezîran, 2020   11:31
KOBANÊ

Îro rêxistin û saziyên mafnas daxuyaniyek hevbeş da. Daxuyanî li pêşiya navenda Rêxistina Mafên Mirovan şaxê herêma Firatê hat dayîn. Di daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û civaka navneteweyî hat kirin ku destwerdanê bike û sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlan pêk tîne, asteng bikin.

Daxuyanî ji aliyê endama rêveber a Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê Nesrîn Elî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:  "Em bang li sekretêrê giştî yê NY`yê Antonio Guterres, endamên meclisa mafên mirovan di NY`yê de, serokê komîteya lêpirsînê li Sûriyê Paulo Pinero, gerînendetiya rêveber a desteya NY`yê ya jin Fumzili Malampo Nguca dikin.

Tişa ku pêwendîdarên mafên mirovan çi yên herêmî bin û çi navnetewî bin dibêjin rastiya pêkanîna dewleta Tirk di her saetekê li ser erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekez dike. Ew jî yan sûcekî sere yan sûcekî dermirovî ye yan jî guhertina demografî, qirkirinên komî, qirkinên etnîk û diziya endamên laşên zarokan e.”

Rêxistinê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk berbijêrka ku nîvê sûcên xwe li dijî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne, ji ber jinên li herêmên navborî di şikandina îradeya terorîstên li Kobanê, Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê roleke pêşeng lîstin, lewma li xweşiya dewleta Tirk neyê û jinan direvîne û wan ji mafên dayîkbûnê bê par dike, jinan hem di aliyê derûnî û hem jî ji aliyê fîzîkî îşkence dike, bi hemû rê û rêbazan sûcan hovane pêk tîne, destdirêjiyê li wan dike, bi darê zorê dihêle xerabiyê bikin, her wiha hemû tundiyên cinsî nexasim ducaniya bi darê zorê û pê re sûcan li dijî mafên mirovahiyê pêk ve tînin û li dijî mafên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexasim li dijî jinan.

DIVÊ LI GORÎ PÎVANAÊN NAVNETEWEYÎ HESAB JI TIRKIYÊ WERE XWESTIN

Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Firatê parve kir ku dewleta Tirk û komên çekdar ên dewleta Tirk piştgiriya wan dike, berpirsên sûcên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên kirin û ji ber sûcên wan di madeyên 5, 6, 7 û 8 ên Peymana Romayê û bi xwe jî bingeha cezayên navdewletî yên 1998`an e ku ew jî sûcên navdewletî ne li gel ku di madeya 9`an a vê pergelê ye.Pêwîstî pê heye ku dozgerê giştî yê navneteweyî li gorî madeya 15`an tev bigere û ew bi xwe jî madeyên Roma yên sereke ye, lewma divê bangewaziya xwe bigihînin Desteya NY`yê û dest bi danezana qanûnên navneteweyî yên giştî û mirovî nexasim ên madeyên 4 û 2 ên hevpeyaman NY`yê û madeyên 1-89`an ên protokolê sala 1977`an ku hevpeymanên Cinêva çaremîn ên 1949`an temam dike û madeya 147`an ji hevpeyaman cinêvê ya 1949`an.   

Her wiha rêxistinê banga avakirina komîteya lêpirsîna navneteweyî kir, da ku sûcên li dijî şêniyên bajarê Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî pêkanîne bikolin, komên çekdar û malbatên wan ji bajarê Efrînê derxin û garantiya vegera şêniyan li cîwarên wan bide.

Saziyên ku  daxuyanî dan ev in: Navenda Lêkolînan û Parastina Mafên Jinan li Sûriyê, Meclisa Adaleta Civakî ya Cizîrê, Meclisa Jinan a Adaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yekitiya Parêzeran a li Cizîrê, Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê û Rêxistina Mafên Mirovan a li Efrînê.

bx-eh

ANHA