Parêzerekî amerîkî ji ber desteka terorê li dijî Qeterê doz vekir

Parêzerekî ji DYA`yê ji ber ku Qeter destekê dide “komên terorîst”, dozek li dijî Qeterê vekir.

Parêzerekî amerîkî ji ber desteka terorê li dijî Qeterê doz vekir
11 hezîran, 2020   10:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerê bi navê Stephen Pearl li ser navê malbatên kuştiyan doz vekir û tê de wiha hate gotin: "Qeter bi awayekî veşartî destek da gelek êrişên terorîst ku di encama wê de welatiyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îsralîlê hatin kuştin."

Li gorî rojnameya Washington Free Beaco ya Amerîkayê ku gelek saziyên darayî yên Qeterê heta asteke bilind di bin serweriya Temîm Bîn Hemed Al-Sanî de ye, bi milyaran dolar ji tevgera Hemas û Cîhad ên Filistînî re pêşkêş kirin.

DYA`yê her du tevgeran wek “rêxistinên terorîst” pênase dike. Her du tevgeran gelek êriş pêk anîn û di encama wan de welatiyên amerîkî hatin kuştin.

Di dozê de hat destnîşankirin ku saziyên Qeterê, di nav de Saziya Xêrê ya Qeterê, pergala pereyên amerîkî bi kar anî da ku bi awayekî neqanûnî destekê bide wan koman û koman jî ew pere ji xwe keysbaz kir da ku êrişan li dijî amerîkî û îsraîliyan pêk bîne.

Di dozê de hat diyarkirin ku Saziya Xêrê ya Qeterê ji mezintirîn alîgirên tevgerên Hemas û Cîhad e û di bi navê alîkariyan gelek dolar dan wan.

bx