Li Iraqê leşkerek hatin kuştin, 3 leşker birîndar bûn

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê ragihand ku roja pêncşemê di encama ketina hewanekê bi ser erebeyeke leşkerî de leşkerek mir û 3 jî birîndar bûn.

Li Iraqê leşkerek hatin kuştin, 3 leşker birîndar bûn
11 hezîran, 2020   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaneyê ragihand ku ku bûyer li gundê El-Etşana yê herêma Daqûq a başurê parêzgeha Kerkûkê pêk hat.

Bûyer piştî çend rojan ji dema ku serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî serdana Navenda Operasyonên Hevbeş a li Kerkûkê kiribû da ku “Operasyona Lehengên Iraqê" bi rê ve bibe, pêk hat.

Her wiha êrişên DAIŞ`ê li herêma bi navê "Sêgoşeya Mirinê" ya di navbera parêzgehên Diyala, Kerkûk û Selahaddîn de zêde bûn.