Koçberên Efrînê planên parçekirinê yên dewleta Tirk red dikin

Koçberên Efrînê nerazîbûna xwe li hemberî plana dewleta Tirk a avakirina dîwaran ji bo parçekirina Sûriyê û qutkirina kantona Efrînê ji xaka Sûriyê, nîşan dan.

Koçberên Efrînê planên parçekirinê yên dewleta Tirk red dikin
Koçberên Efrînê planên parçekirinê yên dewleta Tirk red dikin
Koçberên Efrînê planên parçekirinê yên dewleta Tirk red dikin
11 hezîran, 2020   09:33
ŞEHBA-CEFER CEFO

Dewleta Tirk a dagirker beriya ku Efrînê dagir bike di 18`ê Adarê de, di navbera kantona Efrînê û Tirkiyê de dîwar ava kir

Piştî ku kantona Efrînê hate dagirkirin, dewleta Tirk li gundê Baliya bi dirêjahiya 315 metre, li gundê Zehre bi dirêjahiya 365 metre û li  çiyayê Gir kir ku hemû girêdayî navçeya Bilbilê ya aliyê bakurê Efrînê ne, dîwar ava kirin.

Di sala 2019`an de jî, dewleta Tirk sînor di navbera navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê û kantona Şehbayê de çêkir.

Gelê Efrînê yê ku koçberî kantona Şehbayê bûye, nerazîbûna xwe li hember hewldanên dewleta Tirk ku Efrînê ji Sûriye qut bike, nîşan dan.

Idris Eko wiha got: "Em kiryarên dewleta Tirk ên bi armanca qutkirina beşek ji xaka Sûriyê, şermezar û red dikin. Em dixwazin dewleta Tirk ji axa Sûriye derkeve."

Ebdulrehman Elî yê ji gundê Zeirê acizbûna xwe li hember planên dewleta Tirk ên dagirkeriyê nîşan da û wiha dewam kir: "Temenê min bûye 85 sal û ez baş dizanim sînorê di navbera gund û Tirkiyê de çawa bû lê piştî dagirkirina Efrînê, sînor bi 800 m hate bipêşxistin."

Ebdulrehman Elî piştrast kir ku ew dagirkirina dewleta Tirk ji xaka Sûriyê re qebûl nakin.

ANHA