​​​​​​​Li Til Hemîsê mewsima îsal bi zirarên kêm bi dawî bû

Di encama şewatên îsal de ku li zeviyên navçeya Til Hemîsê çêbûn, zirarên mezin negihaştin zeviyên şêniyan. Komîteya Çandiniyê tekez kir ku zirar ne zêde bû û ev yek bi saya tedbîrên Rêveberiya Xweser pêk hat.

​​​​​​​Li Til Hemîsê mewsima îsal bi zirarên kêm bi dawî bû
​​​​​​​Li Til Hemîsê mewsima îsal bi zirarên kêm bi dawî bû
​​​​​​​Li Til Hemîsê mewsima îsal bi zirarên kêm bi dawî bû
​​​​​​​Li Til Hemîsê mewsima îsal bi zirarên kêm bi dawî bû
​​​​​​​Li Til Hemîsê mewsima îsal bi zirarên kêm bi dawî bû
​​​​​​​Li Til Hemîsê mewsima îsal bi zirarên kêm bi dawî bû
​​​​​​​Li Til Hemîsê mewsima îsal bi zirarên kêm bi dawî bû
​​​​​​​Li Til Hemîsê mewsima îsal bi zirarên kêm bi dawî bû
11 hezîran, 2020   08:30
QAMIŞLO – ŞIHAB EL-EHMED

Par ji ber şewata li herêmên başûrê herêma Cizîrê bi hezeran hektar şewitîn. Li navçeya Til Hemîsê ji sedî 30 ji zeviyên çandiniyê yên genim şewitîn. Ji bo pêşîlêgirtinaşewatan Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek tedbîr girtin.

Bi hatina mewsima çinînê re li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rêveberiya Xweser bi koordînasyona meclisên bajar, navçe û bajarokan komîteyên awarte ava kir da ku xetereya şewatan bisekinîne. Hêzên Parastina Civakî jî rola li tevahî herêmê aktîf kir.

Tedbîrên Rêveberiya Xweser li navçeya Til Hemîsê bi ser ket. Hêzên Parastina Civakî (HPC) û şêniyan bi hevre parastina berhemên çandiniyê kir. Tîmên agirkujiyê û tîmên awarte bi mewsima çandiniyê re bû da ku xeteriya şewatan bisekinînin û beriya fireh bibe, vemrînin. Mewisa çandiniya îsal li navçeya Til Hemîsê bi zirarên kêm bidawî bû.

Li gorî komîteya çandiniyê ya navçeya Til Hemîsê ku îsal ji sedî 1 ji rûbera çandiniyê ya genim û ceh ne şewitî. Berojavî par ku zêdetirî ji sedî 30 şewitî.

Endamê HPC`ê Xelîl Hisên El-Xidir ê ji gundê Xiwêtla El-Doşo yê girêdayî navçeya Til Hemîsê di vê der barê de wiha got: "Em ji saetên sibê heta saetên êvarê derdiketin ji bo parastina zeviyan. Em di hemû aliyî de amade bûn. Heger me tiştek ne normal ji aliyê kesên ku derbas dibûn didî, me yekser destwerdan dikir. Mewsima îsal bi xêr û selametî derbas bû." 

Silêman El-Dişo ê ji gundê El-Idrîsat û ew jî endamê HPC`ê wiha anî ziman: "Rêjeya şewata par pir mezin bû. Îsal zêde şewat li herêmên me çênebû. Hemû jî bi saya tedbîrên hatibûn girtin, dewriyeyên ku ji bo parastina zeviyan derdiketin û parastina herêmê ji diziyê."

Macid El-Hemo ji gundê El-Sikêriyê diyar kir ku şêniyên gundewarên başûr li kêleka HPC`ê komîte û gurûp ji bo parastina zeviyan ava kir.

bx

ANHA