Mijarên rojnameyên erebî – 11 Hezîran

Rojnameyên erebî yên îro der barê arîşeya li Idlibê, arîşeya hundirîn a Tirkiyê û destwerdana Tirkiyê bo Lîbyayê de nivîsîn.

Mijarên rojnameyên erebî – 11 Hezîran
11 hezîran, 2020   08:39
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: ENQERE; YÊN TUNDRAW BÛNE SEDEMA DERENGMAYÎNA PÊKANÎNA LIHEVHATINA IDLIBÊ

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Tirkiyê hin "komên tundraw" tawanbar kirin ku nahêlin hewldanên agirbesta li bakurê rojavayê Sûriyê pêk bê. Xuya ye ku Tirkiye dixwaze hêrsa Rûsyayê kêm bike, ji ber Rûsya vê hefteyê dîse êrîşên asmanî li herêmê pêk anîn, ev jî bû nameyeke ji bo Tirkiyê ku êdî sebra wê der barê derengmayîna pêkanîna lihevhatinê de nemaye.

Wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar roja çarşemê diyar kir ku komên tundraw li herêma Idlibê ya bakurê rojavayê Sûriyê, hewl didin agirbesta ku ev sê meh e ji aliyê Tirkiyê û Rûsyayê ve hatiye ragihanidn, têk bibin.

Çavdêr dibêjin ku daxuyaniyên Akar piştî hevpeyvîneke telefonê di navbera serokê Rûsioyê Vlademir Putin û yê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de, pêk hatin, ev dide nîşandan ku Tirkiyê bi fikar e ku Rûsya dîse li Idlibê operasyonan pêk bîne, di vê navberê de Tirkiyê hewl dide hinek dem bi dest bixe da ku ji nû ve pelikên xwe berhev bike.”

EL-BEYAN: "TUNEKIRINA TERORÊ" 150 GUNDÊN SÛRIYÊ JI DAIŞ`Ê PAQIJ KIRIN

Rojnameya El-Beyan der barê mijarê de nivîsî: "Duh Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku hemleya "Tunekirina Terorê" a li dijî şaneyên rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst li bakurê Sûriyê, li nêzî sînoêrn Iraqê, bi dawî bû.

Berdevka Mclisa Leşkerî ya Dêrazorê Lîlwa Ebdullah duh ev agahî di civîneke çapemeniyê li bajarê Şedadê yê gundewarê Hesekê ragihand. Ebdullah got: "Hêzên me bejahiyeke bi dirêjahiya 175 km û ferehiya 60 km paqij kir, ku zêdeyê 150 gund û mezra lê hene, bi hevkariya hêzên me û hikûmeta Iraqê û hêzên hepeymana navdewletî, ji bo ewlehiya jiyana welatiyan beramberî êrîşên şaneyên DAIŞ`ê, ku vê dawiyê zêde bûne".

Her wiha got Hemleya Têkbirina Terorê roja 4`ê Hezîranê dest pê pê kir, li gundewarên Hesemê yên başûr, li herêma Dişîşê ya nêzî sînorê Iraqê ta herêma Baxozê seranserî çemê Firat û Xabûrê yê gundewarê Dêrazor û ev hemle duh bi dawî bû."

Ebdullah diyar kir ku 110 çete hatine girtin, ejmareke mezin çek û teqemenî hatine desteserkirin. Her wiha diyar kir ku tu windahiyên hêzên wan çênebûne.”

ŞERQ EL-EWSAT: ERDOGAN NÎVÊ WALIYÊN TIRKIYÊ GUHERANDIN

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan hejandineke mezin di pergaha nîvê wilayetên (parêzgeh) welêt de pêk anî, nîvê waliyan anku yên 41 wilayetan ji erk avêtin û hinên din li şûna wan erkdar kirin. Di heman demê de di nava refên artêş û polîsan de, sê rojên dawiyê gelek binçavkirin pêk hatin.

Serokê partiya DEVA Alî Babavan, kiryarên hikûmeta Erdogan rexne kir, van kiryarên ku navê Tirkiyê li qada navdewletî reş kiriye û ew ber bi xizaniyê ve biriye.

EL-EREB: DUDILIYA AMERÎKAYÊ RÊ DIDE TIRKIYÊ KU DESTDIRÊJIYAN LI LÎBYAYÊ BIKE

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Dudiliya Amerîkayê der barê Lîbyayê de û mijûlbûna serok Donald Trump bi arîşeya hundirîn, Tirkiyê tev dide ku hewldnên navdewletî yên agirbestê têk bibe. Ji xwe tê payin ku ev agirbest bibe derfeta dawî ku pêvjoyeke din a şer destpê neke, ji ber ku eger şer bibe dê Rûsiya hîn bêtir destwerdanê bike ev rewş dê di dawiyên mîna ya Sûriyê bibe.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu roja çarşemê ragihand ku welatê wî hewldana Misrê ya çareseriya aloziya Lîbyayê na pejirîne, her wiha got ku ev hewldaneke bo parastina Hefter yê ku li qada şer gelek windahî dan.