Li dijî Herêma Kesk a Bexdeyaê êriş

Bi moşekên katyûşa herêma Kesk a Bexdayê kirin hedef. Moşekek li nêzî balyozxaneya Amerîkayê ket.

Li dijî Herêma Kesk a Bexdeyaê êriş
11 hezîran, 2020   08:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Şeva din careke din moşekên katyûşa avêtin Herêma Kesk a Bexdayê. Moşekek li nêzî balyozxaneya Amerîkayê ket.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehî ya Iraqê ragihand ku di êrişê de ziyana canî çênebûye. Şaneyê destnîşan kir ku moşek li nêzî lîstikgeha Şeib hatine avêtin.

Heta niha tu kes an ji komekê berpirsyariya êrişê li xwe negirtiye.

ANHA