Cotkarên Eyn Îsayê: 17 cent buhayekî baş e

Cotkarên Eyn Îsayê têkildarî buhayê genim got buhayê genim beramberî daketina lîreyê Sûriyê û bilindbûna dolarê amerîkî pir baş e.

Cotkarên Eyn Îsayê: 17 cent buhayekî baş e
11 hezîran, 2020   08:12
EYN ÎSA

Piştî buhayê lîreyê Sûriyê hemberî dolar daket Rêveberiya Xweser buhayê kîloya genim kir 17 cent û li gorî lîreyê û xûrdekirina dolar dê radest bike. Rêveberiya Xweser 30’ê Gulana borî buhayê genim kiribû 315 lîre.

Cotkarên herêmên Rêveberiya Xweser razîbûna xwe der barê buhayê ceh de anîn ziman, ji ber li gorî dolarê amerîkî tê firotin û bi vê zirar nagihêje rizqê cotkaran.

Cotkarê bi navê Umer Hebûd ê ji bajarokê Hêşê ya girêdayî navçeya Eyn Îsayê ji ajansa ANHA`yê re axivî û got: "Di halê hazir de bûhaya ceh baş e, ji ber gelek lêçûn li çandiniyê diçe, li hemberî vê yekê jî lîreya Sûriyê hemberî dolarê amerîkî daketiye."

Di vê çarçoveyê cotkarê bi navê Hemûd Îsmaîl ê ji gundê Samiriyê buhaya nû hatiye diyarkirin bi baştirîn nirx wesf kir.

Di heman demê de cotkarê bi navê Hecî Rafidî yê ji gundê Dirûbiyê bang li Rêveberiya Xweser kir ku nirxekî baş ji ceh re diyar bike.

Xelkên navçeya Eyn Îsayê bi piranî xwe dispêrn zadê bejî yê wekî genim û ceh lewma îsal rûbera ku hatiye çandin gihaşt 117 hezar hektar û ji sedeî 60 ceh hatiye çandin.

Komîteya Aborî ya navçeyê di veguhastina hilberînanan de alîkariya cotkaran dike radike navendên Rêveberiya Xweser diyar dike.

Di vê der barê de hevserokê Komîteya Aborî û Cotkarên Eyn Îsayê parve kirin ku heta niha 140 wesil hatine werdigirin û piştî ambara Celebiyê nema hilberîn wergit û pê ve hilberînan radikin navendên Reqa, Kibiş, Selhebiyê û Bidirê.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wxKWWXxoq6o" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>