​​​​​​​Xiristiyanên Şêxmeqsûd: Em bi azadî îbadeta xwe dikin

Dêrên li bajarê Helebê ji hêla çeteyên artêşa Tirk a dagirker ve hatibûn talankirin û wêrankirin. Lê piştî ku YPG’ê hejmarek dêr rizgar kirin, zêdetirî 40 malbatên Xiristiyan vegerîn taxa Şêxmeqsûd. Şêniyên Xiristiyan dibêjin, ew bi azadî îbadeta xwe dikin.

​​​​​​​Xiristiyanên Şêxmeqsûd: Em bi azadî îbadeta xwe dikin
​​​​​​​Xiristiyanên Şêxmeqsûd: Em bi azadî îbadeta xwe dikin
​​​​​​​Xiristiyanên Şêxmeqsûd: Em bi azadî îbadeta xwe dikin
​​​​​​​Xiristiyanên Şêxmeqsûd: Em bi azadî îbadeta xwe dikin
11 hezîran, 2020   04:37
HELEB-MIHEMED EBDO

Piştî ku dewleta Osmanî di salên 1915’an de gelê Ermen û Sûryanî di qirkirinê re derbas kirin, beşek ji wan koçberî Sûriyê bûn. Hinek ji wan li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi cihê bûn û di salên 1920’an, di dema serdema dagirkeriya Firansayê de, şêniyan dêrên xwe ava kirin.

Li taxa Şêxmeqsûd jî di sala 1942’an dest bi avakirina dêran kirin. Yekemîn dêr bi navê Dêra Meryem El-Azra ya Rom Katulîk hate avakirin. Tevî dêra Komîdos an jî El-Bişare ya Rom Katulîk (Ermen). Di sala 1950`î de dêr û avahiyên girêdayî dêra Meryem El-Azra ya Rom Katulîk hatin avakirin. Hinek din jî di salên 1962 û 1992`yan de hatin avakirin.

Lê piştî derbasbûna serdemekê li ser komkujiyên Sefo tr trajediya kuştin, talankirin û wêrankirin di sala 2013`yan de ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve dîsa dubare bûn. Çeteyan di radeya yekemîn de hevgirtina pêkhateyên taxa Şêxmeqsûd kirin hedef.

Lê di sala 2016`an de dêr û avahiyên girêdayî wê  ji hêla YPJ û YPG`ê ve hatin rizgarkirin.

Şêniyê bi navê Îbrahîm Corc Beledî yek ji şêniyên ku çeteyan koçberî kiribû ye.

Beledî got: “Çeteyan bi haparlorê bang dikirin ku kesên ne misilman ji malên xwe derkevin.

Li pêşiya me tu berbijark ji bilî derketinê tune bû. Da ku em malbata xwe bi taybet zarokan biparêzin, em neçar man derbikevin. Ji ber wê em koçber bûn û li cem xizmên xwe li herêmên di bin kontrola hikumeta Sûriyê de bicih bûn.”

PIŞTÎ 6 SALAN VEGERIYAN

Di 2019`an de, piştî 6 salan ji koçberiyê, derdora 40 malbatên Xiristiyan vegerîn taxê. Ji ber ku ewlehî li taxê serwer bû û pêdiviyên bingehîn ji hêla meclisa giştî ve bi hevkariya Metraniya Rom a Katulîk a Helebê peyda bûn.

Episcopal destpêkê malên ku çeteyan wêran kirine, restore kir. Li aliyekî din Şaredariya Gel bermahiyên topbaranê rakirin û dest bi avakirina binesaziya taxê ji dirêjkirina toreyên kehrebeyê, restorekirina rêya kirin û pêdiviyên jiyanî yên bingehîn peyda kirin.

Beledî îşaretpê kir ku ji girîngtirîn sedemên ku hiştin ew vegerin taxê, peydabûna ewlehiyê li taxê ye.

Îbrahîm Corc Beledî diyar kir ku pêkhateyên taxê ji Kurd, Ereb û pêkhatyên din bê nejadperestî û cudahî li ser bingeha rêgezên jiyana hevbeş dijîn. Rêzê ji tevahiya pîrozî û baweriyên hev du re digirin.

Beledî wiha domand: "Li vir em bi azadî ayînên xwe yên olî her roja Yekşemê bê pirsgirêk pêk tînin. Em biratiya di navbera pêkhateyên taxê de destnîşan dikin."

Beledî di dawiyê de spasiya Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye û Metraniya Helebê ji ber xebatên ku ji bo vegera xiristiyanan ji taxê re pêşkêş kirine, kir.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LNwzMONhTMw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>