Feleknaz Ûca: Tişta ku herî zêde rejîma Tirk jê aciz dibe, xwebirêxistinkirina jinê ye

Cîgira hevserokatiya Partiya Gelan a Demokratîk û parlementera bajarê Êlihê Feleknaz Ûca got: “Piştî ku AKP li Tirkiyê bû desthilatdar, tundiya li dijî jinê zêde bûye. Tişta ku herî zêde hikumetê aciz dike, xwebirêxistina jinê ye.”

Feleknaz Ûca: Tişta ku herî zêde rejîma Tirk jê aciz dibe, xwebirêxistinkirina jinê ye
11 hezîran, 2020   01:26
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞERVÎN MISTEFA

Piştî ku AKP di sala 2002’an de bû desthilatdarê Tirkiyê, siyasetek dijberî jinê meşand. Qanûnên  ku tundiya li dijî jinê rewa dikin derxist. Li gorî raporan li Tirkiyê her 15 saetan jinek tê kuştin. Li rex wê jî tundiya di malbatê de jî zêde bûye. Ji êrişên cinsî, revandin û îşkencekirin, lînçkirin her cure êriş li dijî jinan zêde bûne. Li gel van jî polîs jî di nava kolanan de jinan îşkence dikin.

Her wiha zext li dijî jinên siyasetmedar jî zêde bûye. Heman demê de jinên siyasetmedar jî rastî êrişên AKP’ê tên. Hema bêje rojane jinên siyasetmedar tên girtin, bi taybet parlamenterên jin ên Kurd. Di destpêka Hezîranê de mafê endamtiya parlamantoyê ji Leyla Guvan hate girtin.

DESTHILATDARIYA HEGEMONÎK JI VÎNA JINÊ DITIRSE

Di vî warî de cîgira hevserokatiya HDP`ê û parlamentera bajarê Êlihê Feleknaz Ûca ji ANHA’yê re axivî.

Feleknaz ronahî berda ser rola jinê ya di civakê de û rastiya ku tê jiyîn.

Feleknaz got: “Êrişên fikrî û bedenî li dijî jinan tên kirin. Desthilatdariya mêrdest jinê weke köle dibîne. Desthilatdariya hegemonîk ji vîna jinê ya ku rêya civakê ronî dike, ditirse. Armanca sereke ya vê desthilatdariyê şerê li dijî jinê û bêparhiştina jinê ji mafên wê ye."

Feleknaz behsa tundiya ku li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê li dijî jinan tê kirin kir û got: "Ji dema ku AKP gihaştiye desthilata Tirkiyê, ew şerê vîna jinê dike. Tundiya li dijî jinan bi tevahiya cureyên wê roj bi roj zêde dibe."

‘ARMANCA SEREKE YA DESTHILATDARIYA TIRKIYÊ DURXISTINA JINÊ JI TÊGEHA XWEBIRÊXISTINÊ YE’

Feleknaz wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilatdariya Tirkiyê bi awayekî sereke dûrxistina jinê ji têgeha xwebirêxistinkirinê armanc dike. Ev tişt di gelek daxuyaniyên serokê AKP`ê de diyar bû, her car dibêjin ku jin ne xwedî maf e.”

Feleknaz girêdayî rola jinê di AKP`ê de wiha got: "Jin di meclisa AKP`ê de li gorî zihniyeta mêrdestiyê tevger dikin û gotinên mêran pêk tînin. Bi vê yekê ev partî dixwaze vînek dijberî vîna jina azad ava bike. Zihniyeta AKP`ê di danûstandina wê bi jinê re dişibe ya DAIŞ`ê. Ji ber ku azarên jinê ji ber sûcên DAIŞ`ê mîna yên ji ber zihniyeta AKP`ê ne. Gelek jinên ji Şengalê yên ku DAIŞ`ê revandine, li hinek bajarên Tirkiyê mîna Enqere  û Entabê derketin holê û pirsîn: Çawa ew jin gihaştin Tirkiyê?”

Feleknaz rewşa jinên sûrî yên li herêmên ku Tirkiyê dagir kirine, bibîr xist û ev tişt anî ziman: "Sûcên Tirkiye li herêmên dagirkirî pêktîne ji zihniyeta DAIŞ’ê ne dûr in. Lewra direvîne, dikuje û êrişên cinsî pêk tîne. Jinan bê maf dihêle. Rewşa jinan li herêmên dagirkirî mîna rewşa jinan li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê ye. "

Feleknaz destnîşan kir ku ruxmî Tirkiyê lihevkirina 2011`an a Stenbolê ji bo parastina jinê ji tundiya malê mohr kiriye lê di nav deh dewletên ku herî zêde jin tê de rastiya tundiyê tê, cih digire. Bi taybet di dema belavbûna Koronavîrusê de.

Feleknaz di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Têkilî di navbera jinên Kurd û Tirk de bi taybet di mijarên tundiya li dijî jinan de hene. Rêxistin û tevgerên jinan mehane dicivin û mijarên tundiyê nîqaş dikin. Jinên Tirkiyê hêza xwe ji vîna jina Kurd, bi taybet ên ku mafên xwe diparêzin digirin.”

Feleknaz bang li tevahiya jinan kir ku rêxistina xwe xurt bikin da ku vê zihniyetê û tundiya li dijî jinê bidawî bikin.

(şx)

ANHA