ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-6-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-6-2020`AN
10 hezîran, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Pêngava Tunekirina Terorê ya ku QSD‘ê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê li bejahiya Hesekê û Dêrazorê daye destpêkirin, dê were şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Kobanê bi meşekê sûcên dewleta Tirk  a dagirker û komên çeteyên girêdayî wê li herêmên dagirkirî û êrişa li dijî herêma Biradostê li başûrê Kurdistanê şermezar dikin saet 17:30`an.(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dêrên li bajarê Helebê ji hêla çeteyên artêşa Tirk a dagirker ve hatibûn talankirin û wêrankirin. Lê piştî ku YPG’ê hejmarek dêr rizgar kirin, zêdetirî 40 malbatên Xiristiyan vegerîn taxa Şêxmeqsûd. Şêniyên Xiristiyan dibêjin, ew bi azadî îbadeta xwe dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Koçberên Efrînê careke din diyar kirin ku ew gavên Tirkiyê ji bo parçekirina Sûriyê bi rêya lêkirina dîwarê û qutkirina kantona Efrînê ji Sûriyê qebûl nakin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Lêkolînerê siyasî yê Misirî û pisporê karûbarên Ereb û navdewletî Cemal Raêf got: “Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan mêtîngerek hov e. Hewl dide berhemên binerd ên Lîbyayê talan bike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Siyasetmedar Ebdulrehman Dumer got: “Berdewamkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan tê wateya qirkirina gelê Kurd û pêkhateyên din. Ji  bo azarên gelê Kurd  û pêkhateyên din bidawîbibin, divê tecrîd bi dawî bibe û yekîtî ava bibe.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Ji bo şermezarkirina sûcên artêşa Tirk a dagirker li dijî şêniyên Efrînê Kongreya Star a Hesekê li parka taxa Miftî daxuyaniyekê dide raya giştî saet 18:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cîgira hevserokatiya Partiya Gelan a Demokratîk û parlementera bajarê Êlihê Feleknaz Ûca got: “Piştî ku AKP li Tirkiyê bû desthilatdar, tundiya li dijî jinê zêde bûye. Tişta ku herî zêde hikumetê aciz dike, xwebirêxistina jinê ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Komîteya Çandiniyê ya navçeya Til Hemîsê diyar kir ku îsal bi saya tedbîrên ku Rêveberiya Xweser girtine, zirarên şewatan ne mezin in û rêjeya ji sedî 1 derbas nakin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên xwe li dijî şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê didomîne, zeviyan û darên zeytûnê û daristanan dişewtîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Cotkarên Eyn Îsayê diyar kirin ku bihaya nû ya kirîna genim li gorî hilweşîna nirxa lîreya Sûriyê li beramberî dolarê, ji bo wan gelek guncew e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA