Ciwanên Hesekê Bariş Çakan bibîr anîn û girêdana bi çanda Kurd rave kirin

Bi dirûşmeya `Êrişa li dijî Bariş Çakan êrişa li dijî ziman û çanda Kurd e` Yekitiya Ciwanên Şoreşger a bajarê Hesekê bi koordîneya Navenda Xabûr a Çand û Hunerê re çalakiyek ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a faşîst li dijî Kurdan û çanda wan lidar xist.

Ciwanên Hesekê Bariş Çakan bibîr anîn û girêdana bi çanda Kurd rave kirin
Ciwanên Hesekê Bariş Çakan bibîr anîn û girêdana bi çanda Kurd rave kirin
Ciwanên Hesekê Bariş Çakan bibîr anîn û girêdana bi çanda Kurd rave kirin
Ciwanên Hesekê Bariş Çakan bibîr anîn û girêdana bi çanda Kurd rave kirin
10 hezîran, 2020   19:54
HESEKÊ

Bi dirûşmeya `Êrişa li dijî Bariş Çakan êrişa li dijî ziman û çanda Kurd e` Yekitiya Ciwanên Şoreşger a bajarê Hesekê bi koordîneya Navenda Xabûr a Çand û Hunerê re çalakiyek ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a faşîst li dijî Kurdan û çanda wan lidar xist. Çalakî  li seyrangeha Kawa li taxa Miftî hat lidarxistin.  Cihê çalakiyê bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, têkoşer Qasim Engîn û şehîd Bariş Çakan ê ku ji hêla komek Tirkên faşîst ve hatiye qetilkirin, hat xemilandin. Her wiha amûrên kulturî ji çanda Kurd hatin danîn. Tevgera Ciwanan bi armanca şermezarkirina sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd, nasname û çanda wî û teqezkirina girêdana bi çanda Kurd lidar xist.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Paşê bi navê Komîteya Amadekar a Desteya Ciwan û Werzîşê ya bajarê Hesekê Alan Bêkes axivî û got: "Ev çalakî bi navê Bariş ê ku ji hêla dewleta Tirk a faşîst, ji ber ku guhdarî muzîka kurdî dikir hate kuştin,  hat lidarxistin. Ew bûyer encama siyaseta Erdogan a sûcdar ji bo tunekirina zimanê Kurdî û çandina Kudan e. Ji hezaran salan ve dewleta Tirk hewl dide ziman, nasname û gelê me qir û tune bike. Lê çendîn hewl bide nikare nasname û zimanê me veşêre ji ber ku me di vê erdê de şax daye."

Bêkes êrişên arêtşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Parastina Meyda ku di encamê de fermandarê Komîteya Navendî ya Partiya Karkerên Kurdistanê Qasim Engîn şehîd bûye, şermezar kir.

Bêkes di dawiyê de got: "Em serî ji terora Tirkiyê re natewînin. Em ê li ber xwe bidin û şerê her kesê ku hewl dide ziman, nasname û çanda me qir bike, bikin."

Her wiha di çalakiyê de stranên gelêrî ji çanda Kurd hatin vegotin. Beşdaran jî xelekên govendê li ber stranan gerandin.

Tê payîn ku çalakî 5 rojan bidome. Wê tê de semîner bên dayîn,  helbestên bi zimanê Kurdî û stranên gelêrî werin vegotin.

(şx)

ANHA