Washingotin Esed dide ber du berbijarkan, yan çareseriya siyasî yan jî cezayên aborî

Rêveberiya Amerîkayê bi rêya balyozxaneya Amerîkayê li Şamê nameyek ji hikumeta Esed re şand. Washingotin Esed dide ber du berbijarkan, yan çareseriya siyasî yan jî cezayên aborî

Washingotin Esed dide ber du berbijarkan, yan çareseriya siyasî yan jî cezayên aborî
10 hezîran, 2020   19:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Balyoxaneya Amerîkayê li ser hesabê xwe yê Twitterê got: "Stratejiya derketinê ya tekane li hember rejîma Sûriyê, biryara Konseya Ewlehiyê ya 2254 e. Divê rejîma Sûriyê gavên bêdûrveger ji bo pêkanîn çareseriya siyasî ku rêzê ji maf û vîna gel re digire, bavêje. Yan jî dê rastî cezayên dîtir were."

Balyozxaneyê wiha domand: "Mîna ku şande Jeffrey her tim gotiye, Beşar Esed û rejîma wî bi awayekî yekser berpisên hilweşîna aboriya Sûriyê ne."

Her wiha balyozxaneyê got: "Rejîma Esed mehane bi dehan milyon dolaran li ser şerekî li dijî gelê Sûriyê ku ne pêwîste xerc dike, li şûna ku pêdiviyên xwe yên bingehîn peyda bike. DYA ferzkirina cezayan û zêdekirina zexta aborî li dijî rejîma Sûriyê heta ku pêşketinek di warê siyasî de  di nav de agirbest çêbibe, dê bidomîne. "

(şx)