Keştiyek cengê ya Yûnanîstanê, keştiya Tirkiyê ya ku diçû Lîbyayê rawestad

Li gorî malpera Greek Reporter keştiyek cengê ya girêdayî hêzên deryayî ya Yûnanîstanê, keştiyek Tirkiyê ku gumana çek û cibilxane rakirine, ku ber bi Lîbyayê ve diçû rawestand.

Keştiyek cengê ya Yûnanîstanê, keştiya Tirkiyê ya ku diçû Lîbyayê rawestad
10 hezîran, 2020   17:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera Greek Reporter keştiyek cengê ya girêdayî hêzên deryayî ya Yûnanîstanê, keştiyek Tirkiyê ku gumana çek û cibilxane rakirine, ku ber bi Lîbyayê ve diçû rawestand.

Malperê got: “Keştiya cengê ya Yûnanîstanê tev li erkek deryayî ya Yekitiya Ewropayê li nêzî beravên Afrîkayê bûye.” Malperê îşaretpê kir ku ew keştî niha rêça keştiya Tirkiyê ya ku guman kiriye ku cebilxaneyê dibe Lîbyayê dişopîne.

Malperê li ser zimanê çavkaniyan di wezareta berevanî ya Yûnanîstanê diyar kir ku bi keştiya Tirkiyê re du keştiyên cengê hebûn.

Sîgnel ji keştiya Tirkiyê re hate şandin, lê ne hatin bersivandin.

Piştre helikopterek girêdayî hêzên deryayî ya Yûnanîstanê li ser keştiya Tirkiyê firiya û destûra lêgerînê xwest. Lê dîsa jî ew daxwaz ji hêla keştiya Tirkiyê ve hate redkirin.

Bi vê yekê Tirkiyê binpêkirina biryara Konseya Ewlehiyê ya ku şandina çek ji Lîbyayê re qedexe dike, didomîne.

(şx)