Şêniyên Dêrikê li dijî êrişa Tirkiyê û sûcên wê meşiyan

Bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê li dijî sûcên artêşa Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, topbarana hovane li dijî herêmên Parastina Meyda û sivîlan li başûrê Kurdistanê meşiyan û şehîd Qasim Engîn bibîr anîn.

Şêniyên Dêrikê li dijî êrişa Tirkiyê û sûcên wê meşiyan
Şêniyên Dêrikê li dijî êrişa Tirkiyê û sûcên wê meşiyan
Şêniyên Dêrikê li dijî êrişa Tirkiyê û sûcên wê meşiyan
Şêniyên Dêrikê li dijî êrişa Tirkiyê û sûcên wê meşiyan
10 hezîran, 2020   16:57
QAMIŞLO

Li ser bangawaziya Yekitiya Ciwanên Şorşeger û Yekitiya Jinên Ciwan bi sedan şêiyên bajarê Dêrikê û endamên saziyên civaka sivîl li qada Azadî kom bûn. Meş ji qadê destpê kir. Şêniyan sloganên dilsoziya bi şehîdan re û şermezarkirina hovîtiya dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, topbarana dijwar li jingehan li başûrê Kurdistanê û herêmên Parastina Medya berz kirin. Her wiha wêneyên şehîdên topbarana Tirk li dijî gundên başûrê Kurdistanê û wêneyên şehîd Qasim Engîn û alên ciwanên şorşeger hildan.

Meş li ber qada Jina Şervan bi dawî bû û veguherî mitîngê. Piştî deqeya rêzgitin, endamê Yekitiya Ciwanên Şoreşger Xemîs El-Xidir axivî û got: "Em di kesayeta şehîd Qasim Engîn tevahiya şehîdên azadiyê bibîr tînin. Em soza şopandina rêya wan didin heta ku xewnên wan pêk tên."

El-Xidir destnîşan kir ku ciwan dê asta têkoşînê li dijî dewleta Tirk a faşîst û çeteyên mezin bikin heya ku herêm Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji wan rizgar bikin. El-Xidir diyar kir ku Tirkiyê bi êrişên xwe ne tenê gelê Kurd lê belê tevahiya pêkhateyên herêmê dikin hedef.

Di dawiyê de El-Xidir anî ziman kir ku hedefgirtina dewleta Tirk a dagirker herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îsbat dike ku wê nikarî gelên herêmê yên ku rêgezên jiyana hevbeş ji xwe re kirine bingeh, parçe bike.

Meş bi berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re di nav tilîliyên dayîkan de bidawî bû.

(şx)

ANHA