El-Sîsî û Trump rewşa Lîbyayê nirxandin

Hevserokatiya Misirê ragihand ku serokê Misrê Ebdulfetah El-Sîsî bi rêya telefonê bi serokê Amerîkayê Donald Trump re axivî.

El-Sîsî û Trump rewşa Lîbyayê nirxandin
10 hezîran, 2020   18:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Balyoz û berdevkê fermî yê hevserokatiya Misirê  Besam Radî got: “Serokê Misrê Ebdulfetah El-Sîsî bi rêya telefonê bi serokê Amerîkayê Donald Trump re axivî. Her du serokan girêdayî geşedanên dawîn ên li Lîbyayê, li gel destpêkirina Peymana Qahîra nêrînên xwe parvekirin. Turmp rave kir ku ew bi xebatên Misirê yên ji bo pêkanîna çareseriya siyasî ji aloziya Lîbyayê re, bidawîkirina tundiyê, piştgiriya agirbestê û aktîfkirina vîna gelê Lîbyayê ji bo pêkanîna ewlehiyê li welêt,  kêfxweş e.” 

Radî wiha domand: "Di hevdîtinê de gelek mijarên girêdayî têkiliyên dualî yên stratejîk di navbera her du welatên dost de hatin vegotin. Her wiha her du serokan nêrînên xwe yên têkildarî dosyaya bendava Nahda û danûstandinên sêalî yên têkildar parve kirin."

Wezareta derve ya Amerîkayê roja Şemiyê anî ziman ku ew xebatên Misirê ji bo piştgiriya agirbestê li Lîbyayê erênî dinirxîne.

(şx)