Li Tebqayê çalakiya jinan

Rêveberiya Jin a herêma Tebqayê belavokên ‘Dest bi dest li dijî fesadiyê’ belav kirin. Li aliyek din di çarçoveya çalakiya yekemîn a hemleya `Bi exlaqê xwe em pêş dikevin û fesadiyê tune dikin` de pankart li navenda bajêr û gundewarê daliqandin.

Li Tebqayê çalakiya jinan
Li Tebqayê çalakiya jinan
Li Tebqayê çalakiya jinan
10 hezîran, 2020   15:01
TEBQA

Bi tevlibûna Komîteya Jin a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqa û Nivîsgeha Jin a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê şaxê Tebqayê Rêveberiya Jin, îro belavokên girêdayî danasîna fesadê exlaqî û rêbarên belavbûna wê di civakê de mîna bûyerên kuştin, destdirêjî û bikaranîna madeyên hişbirê belav kirin.

Rêveberiya Jin wan belavokan li bajarokên El-Cirniye, El-Mensûra û gelek deverên din li navenda bajarê Tebqayê mîna sûka navendî, taxên Yekem û Duyem, beşa başûrê bajêr tevî gerînendeyên û komîteyên Rêveberiya Sivîl belav kirin.

Her wiha Rêveberiya Jin di çarçoveya hemleya xwe de gelek pankaretên bi nivîsên; `Bi exlaqa xwe em pêşdikevin û fesadiyê tune dikin`, `Dest bi dest li dijî pişaftina exlaqî`, `Bi çand û exlaqê civak pêşdikeve`, `Xêr, Heq, Xweşikbûn bingeha civakên rast in` û `Civaka xwedê exlaq têk naçe` li deriyê têketina bajêr li aliyê bakur, Bendava Firatê li rex deriyê têketina bajêr ê başûr û li rojhilatê gundewarê bajêr li gundê Hinîde li dar xistin.

Rêveberiya Jin a Reqa û Tebqayê di 1`ê Hezîranê de dest bi hemleya xwe kir

(şx)

ANHA