Artêşa Lîbyayê pergala parastina asmanî ya dewleta Tirk rûxand

Îro artêşa Lîbyayê derbeyên asîmanî yên xurt li dijî nuqteyên hêzên hikumeta Wîfaqê li gelek herêmên di navbera bajarên Mesrata û Sirtê de pêk anîn û pergala parastina asmanî ya dewleta Tirk rûxand.

Artêşa Lîbyayê pergala parastina asmanî ya dewleta Tirk rûxand
10 hezîran, 2020   13:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarê ji Fermandariya Giştî ya Artêşa Lîbyayê Xalid Mehcûb got artêşa Lîbyayê îro 5 derbeyên asîmanî li nuqteyên kombûnê yên hêzên Wîfaqê li Weşka, Eboqirîn, Qedahiyê û Mehmiyê dan û di encamê de gelek ziyanên leşkerî û canî yên hêzên Wîfaqê çêbûn û bi wê re jî bi paş de vekişîn.

Li aliyekî din jî di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên artêşê pergala parastina asmanî ya dewleta Tirk li derdora herêma Eboqirîn û erebeyên leşkerî yên komên Wîfaqê û çeteyên dewleta Tirk li herêma Siwalît rûxandin.

Her wiha hate zanîn ku topavêjeke girêdayî komên Wîfaqê û çeteyên dewleta Tirk ku malên sivîlên li herêma Carif ji Qedahiyê de topbaran dikirin, hat rûxandin. Her wiha artêşê nuqteyên wan ên li derdora Sedadê ya rojhilatê bajarê Mesratayê hedef girtin.

(fr)