Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 300 darên zeytûnê birîn

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 300 darên zeytûnê li bajarê Efrînê yê dagirkirî qut kirin.

Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 300 darên zeytûnê birîn
10 hezîran, 2020   10:20
ŞEHBA

Duh çeteyên El-Hemzat ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li gundê Qerqîn a kantona Efrînê, darên zeytûnê birîn.  

Çavkaniyên li Efrînê ji nûçegihanê ANHA’yê re ragihand ku çeteyên El-Hemzat 300 darên zeytûnê yên welatî A.M. ji gundê Qerqîn li navçeya Şera ya girêdayî kantona Efrînê birîn.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker daristanên li çiyayê Hawar bi zêdetirî 4 kîlometre şewitandin û bi hezaran darên zeytûnê yên şêniyên Efrînê birîn.  

ANHA