Efrîniyên li Kobanê sûcên rejîma Tirk û çeteyên wê şermezar kirin

Efrîniyên li Kobanê sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî şêniyên Efrînê şermezar kirin û banga xebateke hevpar û rizgarkirina Efrînê li partiyên Kurd kir.

Efrîniyên li Kobanê sûcên rejîma Tirk û çeteyên wê şermezar kirin
8 hezîran, 2020   19:55
KOBANÊ

Bertekên gel ên li dijî sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li hemberî şêniyên Efrînê, bi taybet jin zêde dibin.

Efrîniyên ku ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê koçber kantona Kobanê bûne, ji bo balê bikişînin ser van sûcan li qada Jina Azad kom bûn û daxuyaniyekê parve kirin.

Daxuyanî ji aliyên jina ciwan a Efrînî Cahîda Deştî ve hate xwendin.

Cahîda Deştî got: "Sala 2018‘an dewleta Tirk êrişî bajarê Efrînê kir, şervanên YPG û YPJ‘ê li hemberî van êrişan 58 rojan berxwedaneke bê hempa raber kirin. Dewleta Tirk li pêşiya çavê cîhanê Efrîn dagir kir û dest bi  siyasetên guhertina demografiya bajar û siyasetên qirêj li dijî xelkê Efrînê kirin. Sivîl qetil kirin, revandin, xweza şiwitandin, gorên şehîdan kolandin û texrîb kirin. Ev siyaset heta roja me ya îro li dijî sivîlan bi taybet jin berdewam in."

Cahîda îşaret bi sûcên çeteyên Tirkiyê yên li dijî jinan kir û wiha domand: "Çeteyên Tirkiyê jinan direvînin û wan dikujin. Ji ber kiryarên çeteyan jiyana jinan di xeteriyê de ye. Çeteyê girêdayî Tirkiyê jina ciwan a Kurd Melek revandin û bi awayekî der exalqî wê qetil kirin. Mixebatin hemû dewlet di mijara Efrînê de bêdeng in."

Cahîda anî ziman, li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Bakur û Rojhilatê Sûriy gelek revandî li cem çeteyan hene û çarenûsa wan ne zelal û got: "Em xelkê Efrînê yên ji ber hovîtî û dagirkeriya dewleta Tirk koçberî Kobanê bûne, siyaset û sûcên dagirkeriya Tirk  û çeteyên wê şermezar dikin. Em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan dikin ku bi lez destwerdanê bike û revandiyan xilas bikin û şêniyan ji hovîtiya dagirker û çeteyên wê biparêzin.

Her wiha em bang li hêz û partiyên Kurdî dikin ku xebateke hevpar bimeşînin û dawî li azara şêniyên Efrînê bîne û dagirkeriyê bi dawî bikin."

ANHA