Li Dirbêsiyê dewriyeya Rûsya-Tirkiyê ya hevbeş 

Dewriyeyeke hevbeş a polîsên Leşkerî yên rûsî û hêzên dewleta Tirk li gundewarên navçeya Dirbêsiyê, geriya. Polîsên rûsî derfet neda rojnamevanan ku gera wan bişopînin.

Li Dirbêsiyê dewriyeya Rûsya-Tirkiyê ya hevbeş 
8 hezîran, 2020   11:34
HESEKÊ

Îro di saetên sibê de dewriyeyeke hevbeş di navbera polîsên Leşkerî yên rûsî û hêzên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Dirbêsiyê, geriya. Dewriye ji gundê Şîrkê yê 13 km li rojavayê navçeya Dirbêsiyê ye, dest pê kir.

Polîsên leşkerî yên rûsî derfet neda rojnamevanan ku dewriyeyê bişopînin û hewl da kamîreyên wan ji wan bigirin.

Di dîmenê ku ji aliyê nûçegihana me ve hat girtin de diyar dibe ku çawa polîsên leşkerî yên rûsî nahêlin ku rojnamevan û di nav de nûçegihana ANHA’yê jî heye, dewriyeyê bişopînin.

Dewriye ji 8 erebeyan pêk dihat. Dewriye li gundê Qermanê, Xenamiyê, Cidêda, Til Têr, Xaskê, Badîna, Midewer, Xişêfiyê, Xanikê, Hemdon, Xerzê û Cewheriya, geriya.

Piştî dewriye bi dawî bû, erebeyên dewleta Tirk derbasî xaka Tirkiyê bûn û yên rûsî ber bi bajarê Qamişlo ve çûn.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/BkQ0f1mlcaM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>